
Hevdîtina serokkomarê Tirkîyayê û heyeta Îmralîyê bi dawî bûye.
DEM Partiyê li ser civîna serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan û endamên heyeta Îmralîyê Pervîn Bûldanê û Mîthat Sancar daxuyanîyek belav kirîye.
DEM Partîyê di daxuyaniya xwe de gotîye:
“Di hevdîtinê de hatîye tekezkirin ku ji bo bipêşveçûyîna pêvajoyê îradeya her du alîyan berdewam dike”.
Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan bi endamên heyeta Îmralîyê, serokwekîla parlamêntoya Tirkîyayê û parlamêntera Wanê Pervîn Bûldan û parlamêntarê Rîhayê Mîthat Sancar re civîyaye.
Hevdîtina li koşika serokkomarîyê sehetekê berdewam kirîye.
Di hevdîtinê de, serokwekîlê giştî yê AK Partîyê Efkan Ala û serokê MÎT ê Îbrahîm Kalin jî amade bûne.
Di daxuyanîya DEM Partîyê ya piştî hevdîtinê de hatîye gotin:
“Endamên me yên heyeta Îmralîyê ya DEM Partîyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Beştepeyê bi birêz serokkomar Recep Tayîb Êrdogan re civîyan.
Heyeta me, derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ku wê ji niha û pê ve bên kirin nêrîn û pêşnîyarên xwe raber kirine.
Di hevdîtinê de hatîye tekezkirin ku ji bo bipêşveçûyîna pêvajoyê îradeya her du alîyan berdewam dike”.







