H’emû nûçeSereke

COP17 wê di navbera 18-30 ê cotmeha sala 2026 a li Yêrêvanê bê lidarxistin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan X ê de nivîsîye ku roja konfêransa COP17 ya cûrecûreya bîyolojîk hatiye îzbatkirin. Ew ê ji 18 a hetanî 30 ê cotmeha sala 2026 a li Yêrêvanê pêk bê.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku Ermenîstan li benda hemû alîyên peywendîdar e ku ji bo parastina biyolojîk cihêrengiyê hewlên xwe bikin yek.

Wezîreta jîngehê destnîşan kirîye ku di nav yanzdeh rojan de, welatê me wê bala civaka jîngehê ya cîhanî bikişîne, û bi sedan nûnerên ji sêktorên dewletî, zanistî û sîvîl ji çar aliyên cîhanê dê lê bicivin.

“Yêrêvan wê bibe platformeke cîhanî ku tê de nêzîkatîyên nû ji bo parastina biyolojîk cihêrengîyê bên formulekirin, çalakiyên hevbeş bên nîqaşkirin û rêbazên hevkarîya navneteweyî bên pêşve xistin”.

Wezîreta jîngehê di daxuyaniya çapemeniyê de dibêje:”Ev bûyereke dîrokî ya girîng e ji bo Ermenîstanê, cihê me wek şirîkek berpirsiyar, proaktîv û çalak di pêvajoyên jîngehê yên cîhanî de piştrast dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button