
Serokê komeleya dostanîya Îranê û Ermenîstanê, Mehemed Rêza Damavendî, asta sîyasî ya heyî ya têkilîyên di navbera Yêrêvanê û Têhranê de pir baş dinirxîne, lê di heman demê de destnîşan dike ku pêdivî bi kûrkirin û pêşxistina warên din yên hevkarî û têkilîyên dualî heye. Pispor her wiha girîngîyeke mezin dide kûrkirina têkilîyên bi Ermenîstanê re da ku opozîsîyonên Îranê li Kafkasîyayê xurt bimînin.
Li gorî “Armenpress” ê , wek ku ji hêla IRNA ve hatîye ragihandin, pisporê îranî ev nêrîn di civîneke hevbeş ya zanîngeha Têhranê û ajansa IRNA ê de bi sernavê “Têkilîyên Îran-Ermenîstanê: veguhastin bo sîstêmeke herêmî û cîhanî ya nû” anîye ziman.
Damavendî destnîşan kirîye ku têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Îranê de yên dîrokî û çandî ne.
Pispor gotîye:”Ermenî bi hezaran sal in li Îranê dijîn. Tenê ola me cuda ye, û asta têkilîyên me bi tu awayî nikare bi kûrahîya têkilîyên me yên çandî û dîrokî re bê berawirdkirin”.
Pispor behsa têkilîyên aborî yên Ermenîstan û Îranê kirîye û destnîşan kirîye ku têkilîyên aborî yên di navbera Yêrêvanê û Têhranê de pir nizm in û nagihîjin mîlyarek dolarî.
Li gorî wî, Kafkasîya di dehsalên dawî de xeleka wenda di sîyaseta der ya Îranê de bûye: “Me her tim bala xwe dida deverên din yên erdnîgarî û ji Kafkasîyayê re bêxem bûne. Bersiva me ya ji bo Kafkasyayê pasîv bûye. 34 sal di ser hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê re derbaz bûne, lê sîyaseteke me ya hevseng û zelal li hember vê herêmê tune. Balyozên me yên li Bekûê û Yêrêvanê daxuyanîyên nakok didin, û her daxuyanî bi ya din re nakok e”.
Mehemed Rêza Damavendî di axaftina xwe de, behsa pirtûka “Analîza jêopolîtîk ya Kafkasîyayê: bingeha pêşxistina sîyaseteke der ya baştir li herêmê” ya serokê fermandarîya hevbeş ya hêzên çekdar yên Îranê, Şahîd Mohamed Baxêrî ( şerê 12 rojî yê di navbera Îsrayêlê û Îranê de hatîye kuştin) kirîye û destnîşan kirîye ku Baxêrî ji salên 1980 î ve girîngîya Kafkasîyayê fêm kirîye û têza xwe ji bo lêkolîna vê herêmê terxan kirîye.
Pisporê Îranî tekez kirîye: “Lê belê, me hîn rastîya sêktorê fêm nekirîye, û me îradeya ku bala xwe bidin vê herêmê pêk neanîye. Gênêral-mayor Bagxêrî di pirtûka xwe ya li ser Başûrê Kafkasîyayê bi zelalî nivîsîye ji bo ku em li Başûrê Kafkasîyayê xwedî opozîsyoneke serdest bin, divê em rêyên Ermenîstanê ava bikin, lê mixabin, îradeya pêkanîna vê yekê tune ye”.
Her wiha ewî bal kişandîye ser rola girîng ya Ermenîstanê ji bo Îranê di derbazkirina dorpêçên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatine sepandin.
Pispor gotîye: “Di dema dorpêçan de, Ermenîstanê nîşan da ku em dikarin di warê gihîştina bazarên herêmî û cîhanî de çiqas bibandor bin”.
Demevandî behsa têkilîyên aborî kirîye û pira yekem ya li ser çemê Araksê di navbera Îranê û Ermenîstanê de ji bo pêkanîna korîdora Bakûr-Başûr ne bes dîtîye.
Ewî tekez kirîye ku “Heger Çabahar di çarçoveya korîdora Bakûr-Başûr de bi behra Reş ve bê girêdan, wê demê em hewceyê pireke duyemîn in, ji ber ku pira heyî bi tena serê xwe nikare hejmareke mezin ji kamyonên derbazbûyî hilgire”.
Di hevdîtinê de, pispor her wiha bal kişand ser wê rastîyê ku lobîya ermenî di qada sîyasî ya welatên cuda yên cîhanê de roleke mezin dilîze, û gotîye ku ew dikare “di guhertina nêzîkatîya sîyasî ya welatan ya li hember Îranê de bi bandor be”.
Serokê komeleya dostanîya Îran-Ermenîstanê her wiha nêrîna xwe anî ziman ku di dehsalên dawî de, rola Îranê di bazara Ermenîstanê de kêm bûye.
Demevandî gotîye:”Bazara Ermenîstanê carekê bi tevahî di destê me de bû, lê ji ber ku me difikirî ku ew ê her gav wisa be, me ew paşguh kirîye, û heke ev paşguhkirin berdewam bike, dibe ku em wê winda bikin”.
Demevandî her wiha li ser hilberîna fîlmên hevbeş di navbera Ermenîstanê û Îranê de axivîye û destnîşan kirîye ku nebûna wê behsa bêçalaktîyê di bê danûstandinên çandî û civakî yên di navbera her du welatan de dike.







