
Me demeke dirêj konyaka brêndî hinarde dikirin û di kontrolkirina kalîteyê de pirsgirêkên me hebûn, me ew kontrol nedikir ji ber ku me şîyanên laboratîfê tunebûn. Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan li civîna hukumetêye 31 ê tîrmehê ragîhandîye û gotîye ku ji ber vê sedemê wan îstatîstîkên li ser kalîteya brêndîyê negirtine.
“Gelek weşan di çapemenîya herêmî, rêxistinên nehukumî yên bîyanî û medyaya nedewletî de hebûn ku rêjeyên bilind yên brêndy ji Ermenîstanê têne hinardekirin ku ji alkola tirîya nayên çêkirin. Niha welatekî din vekolînan dike, û ew her roj îstatîstîkan ji min re dişînin”.
Papoyan gotîye ku şîyanên laboratîvê pir girîng in û ji 13 ê tebaxê pê ve, Ermenîstanê wê laboratîfek ji bo cêribandina îzotopên brêndî jî hebe. “Rast e ku şîyanên me hîn jî pir kêm in, sê heta çar nimûne di rojê de. Me ev pirsgirêk di 34 salan de çareser nekirîye, naha em ê karibin sê îzotopên sereke tespît bikin, ku nîşan didin ku ew ji alkola tirîya tê hilberandin, em ê karibin vê bikin. Ji bo me pir girîng e ku ev şîyan li Ermenistanê hebin”.







