
Navê komîsyona pêvajoya çareserîyê ya parlamêntoya Tirkîyayê dîyar bûye.
Di civîna yekem de biryar hatîye dayîn ku nav “Komîsyona hevgirtina neteweyî, biratî û dêmokrasîyê” be.
Navê komîsyonê bi dengê endaman hatîye erêkirin.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya nû ya çareserîyê de li parlamêntoya Tirkîyayê hatîye avakirin, îro civîna xwe ya yekem li dar xistîye û navê wê bi fermî hatîye eşkerekirin.
Li gorî agahîyan, di civîna yekem ya komîsyonê de navê wê wek “Komîsyona hevgirtina neteweyî, biratî û dêmokrasîyê” hatîye destnîşankirin.
Komîsyona ku bi înîsîyatîva serokê parlamêntoya Tirkîyayê Nûman Kûrtûlmûş hatîye avakirin, ji 48 parlamêntaran pêk tê.
Ji bilî ÎYÎ Partîyê nûnerên hemû partîyên sîyasî yên di parlamêntoya Tirkîyayê de cîh digirin.
Kûrtûlmûş di destpêka civînê de axaftineke kurt kirîye û tekezî li ser girîngîya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirîye.
Avakirina vê komîsyonê wekî gaveke girîng ya pêvajoya nû ya çareserîyê tê dîtin ku piştî serdana heyeta Îmralîyê ya DEM Partîyê Abdûlah Ocalan kete rojevê.
Tê payîn ku komîsyon di rojên pêş de bi nûnerên partîyên sîyasî, sazîyên civaka sîvîl û alîyên pêwendîdar re bicive û li ser rê û rêbazên çareserîyê nexşerêyekê amade bike.







