H’emû nûçeSereke

Îran rewşa li Kafkasîyayê ji nêz ve dişopîne:Baxaêî

Em pêşketinên li Kafkasîyayê ji nêz ve dişopînin û girîngîya tu mijarekê sade nakin yan jî kêm nakin.

Derheqa wê yekêda nûnerê wezîreta Îranêye karên der, Êsmayîl Baxaêî gotîye. Derheqa wê yekêda IRNA agahdar dike.

Baxaêî helwestên Îranê li ser bûyerên dawî yên li herêma Başûrê Kafkasîyayê  raber kirîye.

“Kafkasîya Başûr ji bo me û dewletên herêmê, bi taybetî Rûsyayê, ji hêla sîyasî, aborî û jêopolîtîk ve xwedî girîngîyeke mezin e”,-ewî gotîye.

Baxaêî destwerdana hêzên derveyî herêmê wek “xeta sor” ji bo Îranê bi nav kirîye û dîyar kirîye ku Têhran di tu şert û mercan de destwerdana der û hebûna hêzên derveyî herêmê bikêrhatî nabîne. Li gorî wî, Îran piştrast e ku ev yek dibe sedema tevlîhevîyên jêopolîtîk.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button