H’emû nûçeSereke
Bi hezaran kes “ji bo xebatê” tên Ermenîstanê :Paşînyan

Nikol Paşinyan 21 ê tebaxê, li civîna hukumetê de ragîhandibû dema ku ermenî berê ji bo xebatê diçûn derveyî welêt, îro bi hezaran welatîyên ji dereveyî welêt ji bo xebatê tên Ermenîstanê.
“Bê guman, hin kes hene ku ji bo xebata li derveyî welêt ji Ermenîstanê derdikevin. Lê, wek ku hûn dibînin, ew bi piranî ji bo xebata li dereveyî welêt tên Ermenistanê, ango ew “ji b o xebatê” tên Ermenîstanê”,- ewî gotîye.
Paşinyan destnîşan kirîye ku heger bi hezaran kes ji derveyî welêt ji bo xebatê tên Ermenistanê, ev tê wê wateyê ku di bazara kara Ermenistanê de daxwaz heye.
“Mehên gulan û hezîranê, hejmareke rêkordî ya karên qeydkirî li Ermenîstanê hatîye tomar kirin, ku ev jî tê wateya rêkordeke ji bo baca dahatêye”,- ewî gotîye.







