H’emû nûçeSereke

Sîyaseta Ermenîstanêye der li gorî  pêvajoyên navneteweyî pêşda diçe:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye wekî sîyaseta Ermenîstanêye der roja îroyîn li gorî pêvajoyên navneteweyîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê axaftina xweye li civîna baylozaye li Kapanê gotîye.

“Ew hemû qezîyayên ku nava dîroka meda hebûne,wextê lêkolînkirina wana, em hatine ser wê fikirê, wekî çawa qanûn me nikaribûye gavên xwe li gorî pêvajoyên navneteweyî biavêjin. Ew yek çi ku li Waşîngtonê qewimîye, dide kifşê wekî sîyaseta me li gorî proseyên navneteweyî dişuxule”,- Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî gotîye,wekî pirsgirêkeke Ermenîstanêye mezin jî ew bûye wekî  ew têorîya bi kîjana welat jîyaye ew ji alîyê êlîtada hatine sazkirinê û civak hînî wan kirine.

“Niha em wedekî usada dijîn, dema ku cûrekî mayîn dibe. Ew têorîya nava fikirdarîya cimetêda berev dibin, ew ji alîyê wekîlên cimetêda tên raberkirinê û mîyaserkirinê.Wî alîda ev yek tiştekî girînge”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button