Ermenîstanê û û Brîtanya Mezin li hev kirine ku têkilîyan bigihînin asta hevaltîya stratêjîk

26 ê tebaxa sala 2025 a, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan û sêkrêtarê Dewletê yê ji bo Avropayê, Amêrîka Bakûr Stîvên Daûtî li Yêrêvanê gera duyemîn ya dîayaloga stratêjîk ya Ermenîstan-Brîtanya Mezin li dar xistin. Derheqa wê yekêda ji News.am re wezîreta karên der agahî daye.
Li ser bingeha civîna yekem ya dîyaloga stratêjîk ya ku sala 2023 a li Londonê hatîye lidarxistin, her du alîyan pêşketinên ku hatine bidestxistin nirxandin û girîngîya têkilîyên birêkûpêk yên asta bilind ji bo qewînkirin û berfirehkirina hevkarîya dualî ya Ermenîstan- Brîtanya Mezin ji nû ve destnîşan kirine.
Alîyan pabendbûna xwe ya qewîn ji bo dêmokrasî, serwêrîya hiqûqê û parastina mafên bingehîn yên mirovan li ser asta herêmî û cîhanî ji nû ve tekez kirine, ku li ser nirxên hevpar, hiqûqa navneteweyî, prînsîpên dêmokratîk û rêzgirtina ji bo rêziknameyeke navneteweyî ya li ser bingeha rêgezan hatîye damezrandin.
Alîyê Ermenîstanê veguherînên dêmokratîk yên ku li welêt diqewimin, tevî hewldanên ji bo qewîkirina dêmokrasîyê, pêşvebirina serdestîya hiqûqê, parastina mafên mirovan, û her weha berfirehkirina tedbîrên dijî gendelîyê, raber kirine. Brîtanya Mezin pêşketina Ermenîstanê pir nirxandîye û piştgirîya xwe ji bo berdewamîya rêformên jorîn ji nû ve destnîşan kirîye.
Alîyan li hev kirine ku têkilîyan bigihînin asta hevkarîya stratêjîk. Alîyan li ser berfirehkirina hevkarîyê di sêktorên ewlehî û parastinê de, di nav de têkilîyên asta bilind yên pêşerojê, danûstandina ataşeyên leşkerî li ser mijarên parastinê, û hevkarîya nêzîktir di warên ewlehîya sîber û têkoşîna li dijî gefên hîbrîdê de, nîqaş kirine.
Di çarçoveya bilindkirina asta têkilîyan de, her du alîyan girîngîya berdewamîya kûrkirina hevkarîya aborî tekez kirine. Alyan nîyeta xwe ya kûrkirina têkilîyên karsazîyê û pêşvebirina mezinbûna aborî bi rêya hevkarîyê, di nav de piştgirîya pêşkeftina aborî ya berfireh, rêform û cîhêrengkirina Ermenîstanê, bi hevkarîya sazîyên darayî yên navneteweyî, dîyar kirine. Alîyan peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî ya Ermenîstanê-Brîtanya Mezin nîqaş kirine. Ermenîstanê potênsîyala tesîsa fînansa îxracatê ya Brîtanya Mezin di pêşvebirina bazirganî û veberhênanê de destnîşan kirine.
Di derbarê mijarên herêmî û navneteweyî de, alîyan li ser pêşketinên sereke, di nav de rewşa Rojhilata Navîn, nêrînên xwe parve kirine. Bi taybetî bal kişandine ser Başûrê Kafkasyayê. Brîtanya Mezin pêşwazî li peymanên ku vê dawîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Waşîngtonê hatine kirin kirîye, û tekez kirîye ku ew gavên biryardar in ber bi normalîzasîyakirina tevahî ya têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, li ser bingeha naskirina hevbeş ya serwêrîya hevdu, yekparçeya axê û neguherîna sînorên navneteweyî yên naskirî, li gorî danezana Almatîyê ya sala 1991 ê.
Alîyan girîngîya vekirina kanalên ragîhandinê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji bo pêşxistina aşîtî, aramî û serfirazîyê li herêmê û deverên cînar, li ser bingeha beramberîyê, û her weha rêzgirtina ji bo serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya dewletan, ji nû ve destnîşan kirine. Her wiha înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” wek platformek ji bo berfirehkirina girêdana herêmî û hevkarîya aborî hatîye nîqaş kirin.
Di çarçoveya bûyerên pêşerojê de, alîyan li ser du bûyerên navneteweyî yên mezin yên ku wê sala 2026 a de li Ermenistanê bên lidarxistin nîqaş kirine. Civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayê û konfêransa 17 emîn ya alîgirên peymana cûre-cûrîya bîyolojîk (COP17). Brîtanya Mezin amadebûna xwe dîyar kirîye ku di organîzekirina bi bandor ya COP17 de piştgirîya Ermenîstanê bike da ku encamên zelal û watedar mîsoger bike.
Dîyalog bi damezrandina hevkarîyeke stratêjîk di navbera Komara Ermenîstanê û Brîtanya Mezin de bi dawî bûye, û pabendbûna hevbeş ji bo kûrkirina têkilîyên dualî û berfirehkirina hevkarîya nêzîk ji nû ve hatîye piştrastkirin.







