H’emû nûçeSereke

Di pêvajoya dîyarkirina sînorê bi Adirbêcanê re dibe ku nûçe hebin:wezîrê karên der

Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan behsa têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û danûstandinên berdewam yên li ser rakirina dorpêçê kirîye. Li gorî “Armenpress” ê, di dema rûniştina pirs û bersivan  bi endamên hukumetê li meclîsa neteweyî, Mîrzoyan bal kişandîye ser daxuyanîya li Waşîngtonê hatîye îmzekirin û îmzekirina peymana aşîtîyê û wana wek bûyerên pir girîng bi nav kirîye. Mîrzoyan destnîşan kirîye ku avakirina aşîtîyê pêvajoyeke demdirêj e û pêdivî bi baldarî, hişyarî û domdarîyê heye.

“Îro em bi Adirbêcanê re ji bo rakirina dorpêçê dixebitin, dibe ku di pêvajoya destnîşankirina sînor de nûçe hebin”,-Mîrzoyan gotîye û  her wiha gotîye ku nîqaş bi hevkarên amêrîkî re jî berdewam dibin, bi taybetî li ser projeyên hevpar yên rîya hesin û projeyên din yên binesazîyê.

Wezîrê karên der tekez kirîye ku çareserkirina pirsgirêkên mirovî hîn jî pêşînîyek e: serbestberdana girtîya û her weha zelalkirina çarenûsa windayan.

Li gorî wî, her çend pirsgirêk wê piştî îmzekirina peymana aşîtîyê jî berdewam bikin, lê xetereyên zêdebûn û pevçûyînên germ niha kêm bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button