H’emû nûçeSereke

Ji bo me pêşînîyek e ku ragîhandin di zûtirîn dem de bên vekirin: Alên Sîmonyan li ser “Rêya Tramp”

Îro rojnamevanan li parlamentoyê  li ser “Rêya Tramp” ji serokê parlamêntoyê Alên Sîmonyan pirsîn ku gelo alîyê amerîkî wê li wir avahîsazîyê bike?

Sîmonyan pêşnîyar kirîye ku balafirgeha “Zvartnos” ê, ku ji hêla rêxistina argêntînî ve tê birêvebirin, wek modele bê girtin.

“Ez dîsa dubare dikim, ez vê yekê pir bi awayekî abstrakt dibêjim, pir bi awayekî abstrakt, dibe ku, nizanim, çêkirina hilgirên ênêrjîyê wê ji hêla rêxistina ermenî ve bê kirin, em bêjin, çêkirina xeta trênê wê ji hêla yekî din ve bê kirin. Ev ê ji hêla vê rêxistina hevbeş ya ermenî-amêrîkî ve bê biryar kirin”.

“Ez dixwazim vê derfetê bikar bînim û li ser wê axaftinê tiştekî bêjim: “Rêya Tramp”, korîdor. Berî her tiştî, ez wisa difikirim ku gelê ermenî xwedî vê ramanê ye, dema ku em dibêjin korîdor, em du dîwaran xeyal dikin, hin kesên çekdar li navîn, ku tenê azêrî tên û diçin û kesek din nikare têkeve hundur”,- Sîmonyan gotîye.

“Bi şert û merc, tiştê ku niha diqewime, dema ku barhilgir ji Îranê tên û diçin Gurcistanê, di wê mantîqê de dikare wek korîdor jî bê binavkirin. Ew ê li ser 5 prînsîpên sereke yên ku serokwezîr duh pênc caran gotî be”.

Serokê parlamêntoyê gotîye: “Ji bilî vê, hemû gote-got bê bingeh û bêwate ne”.

Ewî tekez kirîye ku ji bo me pêşînîyek e ku ragîhandin di zûtirîn dem de bên vekirin.

Sîmonyan bawarîya xwe anîye ziman ku di demeke pir kurt de, ermenî û azêrî wê bi hev re bazirganîyê bikin, em ê bibin xwedîyê bazareke yekane, kelûpelên azêrî wê li bazarên me, kelûpelên ermenî wê li dikanên Bekûyê û bajarên din bin.

Serokê parlamêntoyê ragîhandîye: “Ev neçar e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button