SerekeSîyasî

Sedî Pîre: me du namzet bo postê serokê parlamêntoya Kurdistanê hene

Endamekî mekteba sîyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê amaje daye: “Navbera Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê  baş e”. Herwesa gotîye: “Çalakkirina parlêmentoyê û avakirina hukumetê yek pakêt in”.

Endamê mekteba sîyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê Sedî Ahmed Pîre 17 ê îlona sala 2025 a ji Kurdistan24 ê re ragîhandîye: “Herêma Kurdistanê piştgirîyê dide pêvajoya aşîtîyê li Tirkîyayê û Rojavayê Kurdistanê. Herwesa helwesta Herêma Kurdistanê li ser bûyerên ku li deverê çê bûne durist bûye”. Eşkere jî kirîye ku, navbera PDK û YNK ê baş e.

Sedî Pîre herwesa gotîye “PDK û YNK bêyî hev nikarin hukumetê ava bikin. Divê herdu partî bi hev re bixebitin, da ku hukumetekê ava bikin.” Herwesa gotîye:“Çalakkirina parlamêntoyê û avakirina hukumetê yek pakêt in”.

Navbirî amaje jî daye: “Ji bo postê serokê parlamêntoyê, Şalav Kosret Resûl û Mîran Mihemed namzetên me ne. Me daxwaza hevparîyê di hukumetê  de kirîye. Divê di postên serokatîyê û serkirdetîyê de hevsengî hebe”.

Endamê mekteba sîyasî ya YNK ê tekez jî kirîye: “Divê parlamento vê mehê bê çalak kirin, û em daxwaza hevsengîyê di parvekirina desthilatê de ji bo hemî postan dikin. Ez hêvî dikim ku kabîneya dehê ya hukumeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Îraqê bê avakirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button