H’emû nûçeSereke

Fêstîvala navneteweyîye 23 emîn  ya hunerên pêrformansê “High Fest” wê 100 beşdaran mazûvan bike

Fêstîvala navneteweyîye 23 emîn ya hunerên pêrformansê “High Fest”, wê ji 1-8 ê cotmehê li Yêrêvanê bê lidarxistin. Ev sernav tê wê wateyê ku fêstîval dikare ya her kesekî be.

Li gorî “Armenpress” ê, îsal 11 welat ji derveyî welêt beşdar dibin: Bêlçîka, Çînistan, Fransîya, Dewletên Yekbûyî, Macaristan, Korêya Başûr, Holandîya û welatên din. Bernameya fêstîvalê her wiha pêşandanên şanoyên ermenî û îranî jî dihewîne.

Hejmara giştî ya beşdarên fêstîvalê ji 100 î zêdetir e. Mêvanên ku tê payîn Bêrnar Hokmayan, Bartoş Sîdvovskî, Îrîna Jûkova,Jak Jênê, Mîkêla Panêla ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button