SerekeSîyasî

Asya Navîn û Kafkasya, her wiha welatên baltîyê û herêma  behra Reş jî di navenda bala Amêrîkayê de bin: WT

The Washington Times dinivîse ku divê Asya Navîn û Kafkasya, mîna welatên baltîyê û herêma behra Reş, di bin bala Dewletên Yekbûyî de bin.

Wek ku rojname tekez dike, Asya Navîn û Kafkasya di demên dawî de bala Amêrîkayê kişandîye.

“Wabtec û Boeing veberhênanên bi mîlyarda dolarî li Qazaxistanê û Ûzbêkîstanê ragîhandine, û tîmên veberhênanê yên amêrîkî serdana hemû welatên herêmê kirine. Di heman demê de, ji bilî îstîsnayên kêm, heyşt welatên herêmê rêformên sînor û vîzayê pêk tînin ku bazirganî û veberhênanê hêsan dikin û têkilîyên herêmî qewîn dikin”,-dezgeha mêdyayê dinivîse.

“Di heman demê de, Çînistan çavnebarîya dewlemendîya mezin ya pêtrolê, gazê û madenên bingehîn yên herêmê dike û bi lez û bez ber bi serdestîyê ve diçe. Pêkîn demeke dirêj e ku xwe wekî veberhênerê herî mezin li vê axa berfireh saz kirîye û dixwaze serdestîya bazirganîyê, agahdarîyê, perwerdê, danûstandin û ewlehîyê bike. Heta wê astê ku Pêkîn di terkirina dewletên herêmê li gorî daxwaza xwe de biserkeve, ew dikare kemberek zexm ya rêjîmên otorîtar biefirîne ku ji Korêya Bûkur bigire heya kendava Farisî dirêj dibe”,- The Washington Times destnîşan dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button