H’emû nûçeSereke

Li ser axa me tu korîdorên din yên derveyî erdê tune: Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hevpeyvîna bi DW ê re gotîye: “Korîdor tune. TRIPP heye, nexşeya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî. Hemû taybetmendîyên serwêrî û dadwerîya me ya neteweyî li ser binesazîya li ser wê beşê rê ji hêla Adirbêcanê û Dewletên Yekbûyî ve têne nas kirin”.

Ji ber vê yekê, li ser axa me tu korîdorên din yên derveyî erdê tuneye.

Herwiha girîng e ku meriv bizanibe: em ne tenê li ser vê rêyê diaxivin, lê di heman demê de li ser girêdana axa sereke ya Adirbêcanê bi Komara Xweser ya Naxçêvanê re jî diaxivin. Peyman rê li ber vekirina hemî girêdanên veguhastinê û binesazîyê di navbera her du welatan de vedike.

Bo nimûne, em gihîştina rîya hesin tevahîya pergalê, tevahîya zincîrê digirin.Adirbêcan gihîştina rîya hesin me digire. Her tişt wek cînarên asayî ye.

Ararat Mîrzoyan gotîye:”Em ê bikaribin di nav axa hev re bigerin. Me li ser vê yekê li hev kirîye. Divê rêveberî ji hêla konsorsyûmeke ermenî-amêrîkî ve bê kirin. Bê guman, ew dikare ji bo dabînkirina xizmetan binpeymankaran bigire. Û divê ev hevaltî bi rêkeftineke hevbeş bên hilbijartin”.

Li gorî serokê wezîreta Ermenîstanêye karên der, divê hevaltîya potênsîyal ya hilbijartî ji alîyê Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî ve bê pejirandin.

“Em ji bo hevkarîyê bi gelek welatan re vekirî ne. Ez kesî ji derv nahêlim, lê hin welat hene ku serlêdanên wan dikarin bên redkirin”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button