H’emû nûçeSereke

Meha îlonê înflasya li Ermenîstanê 3,7 selef bûye

Îlona sala  2025 a de, înflasya li Ermenîstanê ji heman meha par 3,7 selef zêdetir bûye. Li gorî meha tebaxê, biha bi 0,1 selef zêde bûne. Li gorî “Armenpress” ê, ev yek di kurteya mehane ya pêşketinên aborî yên li Ermenîstanê de ku ji hêla banka cîhanî ve hatîye weşandin, hatîye dîyarkirin.

Analîza ku ji hêla rêxistinê ve hatîye raber kirin  tê destnîşan kirin ku înflasya meha Îlonê de hatîye tomar kirin bi giranî ji ber zêdebûna bihayê xwarinê û vexwarinên bê alkohol, ku bihayên wan li ser bingeha salane bi 5,8 selefî zêde bûne.

Sêktorên tenduristîyê (3,5 selef) û veguhastinê (4,1 selef), ku bi hev re 18 selefê sebeta xerîdaran pêk tînin, di meha yekem ya payîzê de jî beşdarî înflasyayê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button