H’emû nûçeSereke

Şêwirdarîya leşkerî ya Ermenistanê û Hindistanê li Heyderabadê pêk hatîye

23 ê cotmehê şêwirdarîyên parastinê yên Ermenistanê-Hindistanê li Heyderabadê, di çarçoveya koma xebatê ya hevbeş ya li ser hevkarîya parastinê ya dualî de ku par hatibû damezrandin, hatine lidarxistin.

Şêwirdarî serokê beşa sîyaseta parastinê û hevkarîya navneteweyî ya wezîreta Ermenîstanê Lêvon Ayvazyan û sêkrêtarê hevbeş yê hevkarîya navneteweyî ya wezîreta Hindistanêye  parastinê Vîşvên Nêgîn ve hatine birêvebirin.

Balyozê Ermenîstanêyî li Hindistanê Vahagin Afyan jî beşdarî nîqaşan bûye.Hevdîtinê de, alîyan kêfxweşîya xwe ji pêşketina pêkanîna plana hevkarîyê ya sala 2025 a anîne ziman û tekez kirine ku pêwîst e hejmareke warên nû di plana sala bê de bên zêdekirin. Li ser mijarên ewlehîyê yên herêmî û navneteweyî nêrîn hatine guhartin.

Alîyan li ser pêşketinên dawî yên di hêzên çekdar yên her du welatan de hevdu agahdar kirine.Dawîya çalakîyê de, bernameyeke hevkarîyê ya di navbera wezîreta Ermenîstanêye parastinê û wezîreta Hindistanêye parasîtinêda  ji bo sala 2026 a hatine îmzekirin, ku hejmareke çalakîyên di serdanên dualî yên asta bilind û pisporan de, perwerdehîya leşkerî, leşkerî-têknîkî, perwerdehîya şer û tetbîqatan, danûstandina ezmûnê û hejmareke warên din dihewîne.Lihevkirinek hatîye kirin ku rûniştina bê li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button