Li gorî planan, bikaranîna kîsikên polîêtîlên û kontêynêrên plastîk ji sala 2027 a da wê bê qedexekirin

Ermenîstan plan dike ku ji 1 ê çileya sala 2027 a pê ve bikaranîna kîsikên plastîk û kontêynêrên plastîk yên yekcar bikarhatî qedexe bike. Li gorî “Armenpress” ê, mijara pejirandina pakêta pêşnûmeqanûnên li ser vê mijarê di civîna hukumeta Ermenîstanê de ji hêla wezîrê jîngehê Hambarsûm Matêvosyan ve hatîye raber kirin.
Matêvosyan gotîye:”Ji 1 ê çileya sala 2027 a da, avîtina kîsik û tûrikên polîêtîlênê, û her wiha hebûna wan li tesîsên bazirganî, tesîsên xwarinê yên giştî, xalên bazirganîya mobîl û bazirganîya firotanê, ji bilî kîsikên ji bo pakkirinê û zibilên ji madeyên xav yên duyemîn têne hilberandin, tê plankirin ku bê qedexekirin. Qedexe wê ji bo kîsikê û tûrikên polîêtîlênê yên ku qalindahîya wan ji 50 mîkronan zêdetir e jî derbazdar be”.
Çenteyên ji kaxez û qumaşê yên ji nû ve bikarhatî wek altêrnatîvek têne hesibandin.
Sazîyên ku qanûnê binpê bikin wê rastî berpirsîyarîya îdarî bên: di rewşa yekem de-hişyarîyek, di rewşa dubarekirina binpêkirinan de-cezayayê 100-150 hezar dram.
Pêşnûmeya qanûnê ya ji alîyê hukumetê ve hatîye pejirandin wê li parlamêntê bê nîqaşkirin.







