
Meduza ê bi Alêksandr Baûnov, zanyarê sîyasî û lêkolînerê payebilind yê Rûsyayê û Avrasyayê li navenda Karnêgîyê li Bêrlînê re axivîye û pirsîye gelo pêşnîyara nû ya qesira Sipî dikare Ûkraînayê û Rûsyayê nêzîkî îmzekirina peymanek aşîtîyê bike.
Baunov gotîye: “Ev bi tevahî pêşketin nîne, lê tenê belgeya girîng e ku me di dema hewldanên navbeynkarîya Tramp de dîtîye.Tramp îdîa dike ku modêrator e, lê me naveroka wê modêrasîyonê nedîtîye: em naveroka axaftinên wî yên bi Pûtîn, Lavrov û Rûbîo re, encamên civînên li Erebistana Saûdîyê, Stembolê nizanin.Tiştê ku em dizanin tenê postên Twitterê û peyamên fermî ne”.
Paşê ewî destnîşan kirîye ku ew zanin ku Lavrov hin belge ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re şandine, û li gorî gotegotên belavbûyî, daxwazên wî pir dijwar bûne.
“Belgeya ku derketîye holê wek peymaneke şertî di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê de, li pişt Ûkraînayê û bi taybetî Avropayê, hatîye pêşnîyar kirin. Ev belge pir alîgir e û li gorî Rûsyayê ye.Ew alîkarîya Pûtîn dike ku wêneyek serkeftinê biefirîne”,- zanyarê sîyasî nêrîna xwe anîye ziman û gotîye:
Û li gorî posta Twitterê ya Zêlênskî, ewî bi Vêns (cîgirê serokê Amêrîkay) re axivîye, û ew li hev kirin ku vê belgeyê bi hev re bi avropîyan re temam bikin. Di wê rewşê de, belgeyeke nû wê li ser maseyê xuya bibe, guhertineke nû ya vê belgeya nefermî, bi şert û mercên hinekî çêtir ji bo Ûkraînayê û li gorî vê, şertên hinekî xerabtir ji bo Rûsyayê”.
Û ew guhertin wê bi eşkereyî pêk bê. Baûnov destnîşan kirîye ku heger belge di destpêkê de 70 selef alîgirê Rûsyayê bûye, wê hingê piştî sererastkirinê ew ê bibe, bo nimûne, 60 selef alîgirê Rûsyayê. “Û wê hingê pirsek derdikeve holê: Pûtîn wê çawa bertek nîşanî vê yekê bide, ji ber ku şert û mercên wî wê xirabtir bibin, û ev ê bi eşkereyî pêk bê. Û Pûtîn naxwaze kes bibîne ku ew neçar maye teslîm bibe. Di wê rewşê de, Pûtîn wê bi zehmetîyên psîkolojîk û sîyasî re rû bi rû bimîne, ji ber ku ew ê bi eşkereyî neçar bimîne ku bi şert û mercên xerabtir ji yên ku di belgeya nefermî ya heyî de hene razî bibe”.
Baûnov di kurtebirîna axaftinê de destnîşan kirîye ku piştî wê, dibe ku Rûsya danûstandinan red bike û vekişe.







