SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî bi fermî daxwaza sîstêma parastinê ji Amêrîkayê kirîye

Felah Mistefa ragîhandîye,Nêçîrvan Barzanî bi fermî daxwaza sîstêma parastinê ji Amêrîkayê kirîye û bersiva Waşîngtonê jî erênî bûye.

Alîkarê serokê Herêma Kurdistanê yê kar û barên der Felah Mistefa daye zanîn ku vekirina konsûlxaneya herî mezin ya Amêrîkayê ya li cîhanê li Hewlêrê hatîye vekirin, peyameke zelal ya pêbendbûna sîyasî û ewlehîyê ya Amêrîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re ye.

Felah Mistefa di hevpeyvînea li gel pêşkêşkarê tora medyayî ya Rûdaw ê Senger Ebdulrehman qala qonaxeke nû ya pêwendîyên ya Hewlêrê û Waşîngtonê kirîye.

Felah Mistefa derbarê parastina esmanê Herêma Kurdistanê û gefên ewlehîyê eşkere kirîye ku Nêçîrvan Barzanî ji bo dabînkirina sîstêma parastinê daxwazeke fermî  raberî Amerîkayê kirîye.

Felah Mistefa ji Rûdaw ê re gotîye:

“Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaza sîstêma parastinê ji Amêrîkayê kirîye.

Waşîngtonê bersiva daxwazê daye û ragîhandîye ku ew hewl didin wê sîstêmê li Îraqê û Herêma Kurdistanê bi cîh bikin”.

Mistefa destnîşan kirîye ku bicîhkirina wê sîstêmê “di berjewendîya hemû Îraqê de ye û gaveke girîng e ji bo parastina aramîya herêmê”.

Hefteya borî êrîş qada gazê ya Kormorê hatîye kirin, ji ber wê jî hilberîna gazê li qadê rawestîyaye û 80 selefê karebaya Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Konsulxaneya nû û peyama stratêjîk

Felah Mistefa vekirina avahîyê nû ya konsûlxaneya Amêrîkayê ya Hewlêrê ku wek konsûlxaneya Amêrîkayê ya herî mezin ya cîhanê tê naskirin, wek nîşaneke stratêjîk nirxandîye û anîye ziman:

“Avakirina avahîyeke bi wî qebareyî û li gorî standartên wan yên taybet, tenê avahîyek nîne, bi serê xwe peyameke zelal ya pêbendbûna demdirêj ya Amêrîkayê ye bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re”.

Mistefa dîyar kirîye ku veguhestina ji avahîyeke biçûk ya dezgeheke wiha mezin, tê wê wateyê ku “Amêrîka plan dike ji bo demeke dirêj wekî beşek ji hevkêşeya aramîyê li vê herêmê bimîne”.

Avahîya nû ya konsûlxaneya Amêrîkayê ya Hewlêrê hatîye vekirin.

Ew konsûlxaneya Amêrîkayê ya herî mezin ya cîhanê ye ku mesrefa wê gihîştîye 796,1 mîlyon dolarî û li ser rûberê 202 hezar  350 mêtrê çargoşe hatîye avakirin.

Pêwendîyên ji sala 1991 ê ve

Alîkarê serokê Herêma Kurdistanê pêwendîyên Hewlêrê û Waşîngtonê wek “stratêjîk û dîrokî” bi nav kirine û gotîye:

“Pêwendîyên me li gel Amêrîkayê ji sala 1991 ê ve di çendîn qonaxan re derbaz bûne.

Em hevpar û hevpeyman bûne û tevî her tiştî ev pêwendî berdewam bûye”.

Felah Mistefa tekezî li ser wê yekê jî kirîye ku gelek xalên hevbeş hene ku her du alîyan bi hev ve girê didin ku hinek ji wan: “Pirsa aramîya li herêmê, rûbirûbûna têror û tundîyê û parastina ewlehîyê ne”.

Mistefa daye zanîn ku di sîyaseta der ya Amêrîkayê de, piştgirîya Herêma Kurdistaneke aram û bihêz cîh girtîye û “ew naxwazin dest ji Îraqê berdin bêyî ku bigihêjin encameke erênî, Herêma Kurdistanê jî wekî çîroka serkeftinê û hevparekî çalak di vê pêvajoyê de dibînin”.

Pêwendîyên Nêçîrvan Barzanî û Waşîngtonê

Felah Mistefa amaje bi pêwendîyên dîplomatîk yên li gel navendên biryarê yên Amêrîkayê yên serokê Herêma Kurdistanê kirîye û gotîye:

“Pêwendî gelekî baş in û têgihîştina hevbeş ya di navbera cenabê serokê Herêma Kurdistanê û serokê Amêrîkayê û îdareya koşka Sipî de heye”.

Mistefa her wiha piştrast kirîye ku bêyî liberçavgirtina wê yekê ka kî li ser desthilatê ye, “dostanîya ji bo kurdan ya di nav kongrê, Pêntagon û wezîreta Amêrîkayêye karên der de bihêz û berdewam e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button