SerekeSîyasî

Encamên hilbijartinên Îraqê hatin pesendkirin

Dadgeha bilind ya Îraqêye Fêdêral encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên parlamêna Îraqê pesend kirine.

Navenda ragîhandinê ya dadgehê daxuyanîyek belav kirîye û ragîhandîye, dadgeha bilind ya Fêdêral  bi serokatîya dadwer Mînzîr Îbrahîm Huseyn û bi beşdarîya hemû endaman civîneke girtî pêk anîne.

Di civînê de encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên gera 6 emîn ya parlamênta Îraqê yên sala 2025 a hatine kontrolkirin.

Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin ku piştî lêkolîn û nirxandinan, dadgeh gihîştîye wê encamê ku pêvajoya dengdanê mercên destûrî û yasayî bi cîh anîne û tiştekî ku zirarê bide rastîya wê tune.

Biryar teqez e

Li ser vê yekê, li gorî madeya 93 a ya destûra Îraqê, dadgeha fêdêral biryara pesendkirina encamên dawî daye.

Dadgehê destnîşan kirîye ku ev biryar teqez e û ji bo hemû desthilatan pêbendker e.

Her wiha biryar hatîye dayîn ku her sê desthilatên dewletê ji encamê bên agahdarkirin.

Hilbijartinên parlamênta Îraqê 11 ê çiriya paşin ya sala 2025 a hatibûn kirin.

Roja yekem dengdana taybet û roja duyem jî dengdana giştî hatibû kirin.

Dabeşbûna kursîyan

Li gorî encamên dawî yên ku dadgehê pesend kirine hejmara kursîyên partîyan wiha ye:

Hevpeymanîya avakirin û bipêşketinê: 46 kursî

Hevpeymanîya dewleta qanûnê: 29 kursî

Tevgera sadikûnê: 27 kursî

Hevpeymanîya teqedumê: 27 kursî

Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK): 26 kursî

Hevpeymanîya Hêzên Dewleta Niştimanî: 18 kursî

Rêxistina bedirê: 18 kursî

Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 15 kursî

Hevpeymanîya ezmê: 15 kursî

Zêdetir nîşan bide
Back to top button