Parlamêntê pêşnûmeya qanûna sîgortaya tenduristiya gerdûnî bi tevahî pejirand

Parlamentê pakêta pêşnûmeqanûnên derbarê danasîna sîgortaya tenduristiyê ya gerdûnî de bi xwendina duyemîn û bi tevahî qebûl kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, pakêta pêşnûmeqanûnên li ser sîgortaya tenduristîyê ya gerdûnî û belgeyên pê re 64 deng erê, 2 deng na û 5 deng jî bêalî wergirtin.
Dewlet wê kesên di bin 18 salî û ji 65 salî mezintir, kesên di navbera 18-65 salî de yên xwedî astengdarî û malbatên ku qala bêewlehîya civakî ya wan 28 yan jî zêdetir e, sîgorta bike.
Ji sala 2026 a, welatîyên ku aylix ji 200 000 dramî zêdetir werdigirin wê bibin beşdarên pergalê.Prîma sîgorteyê ya mehane wê bi qasî 11 000 dramî be. Dewletê piştrast kiriye ku welatî wê di qonaxa destpêkê de ji ber cûre-cûre ji nû ve belavkirinê vê lêçûnê nejîn.
Du salên bê de komên din yên nifûsê wê tevlî pergalê bibin.
Qanûn wê roja piştî îmzekirina wê ji alîyê serokê Komara Ermenîstanê ve bikeve meriyetê.







