H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî pîrozbahîya xiristîyanan dike

Bi helkefta cejna bûyîna hezretê Îsa, serok Barzanî germtirîn pîrozbahî li xiristîyanan dike û hêvî dike ku ev helkeft destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahîyê li hemî cîhanê be.

Serok Barzanî bi helkefta cejina bûyîna hezretê Îsa (Silavên Xudê lê bin) peyamek belav kirîye.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Bi helkefta serê sala nû ya Zayînî û cejina bûyîna hezretê Mesîh (silavên Xudê lê bin), ez germtirîn pîrozbahîyên xwe raberî hemû xûşk û birayên xiristîyan li Kurdistane, Îraqe û cîhanê dikim û ji wan re bextewarîyê dixwazim”.

Serok Barzanî herwesa ragîhandîye: “Bi vê helkeftê, ez tekezê li ser hewînkirina çanda pêkvejîyan û biratîya di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim. Ez hêvî dikim ku xûşk û birayên me yên xiristîyan her gav cejin û helkeft û xweşîyên xwe di aramî û aşîtîyê de bikin”.

Serok Barzanî herwesa hêvî xwestîye ku, ev helkeft destpêka bidawîbûna nexweşî, bela û êşên mirovahîyê li hemî cîhanê be û aşîtî û lihevhatin cîhê wan bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button