Hukumetê li dijî dêrê tevger nekirîye, nake û qet nikare tevbigere: serokwezîrê Ermenîstanê

Hukumetê li dijî dêrê tevger nekirîye, nake û qet nikare tevbigere, ji ber ku hukumet peyrewê dêra Pîroz ya Apostolîk ya Ermenî ye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan axaftina xwe ya li hewşa dêrên Katolîk yên Dayîka Pîroz ya Xwedê û Anna Pîroz de di dawîya ayîna li Yêrêvanê de hatîye lidarxistin, ragîhandîye.
“Îro em xwe wek welatê yekem ku xiristîyanî qebûl kirîye ji nû ve piştrast dikin û meşa me ya sembola wê yekê bûye ku me di dawîyê de dest bi meşa li ser rêya ku xilaskarê me Îsa Mesîh destnîşan kirîye kirîye”.
Paşînyan gotîye: “Hevoka jêrîn di ayîna dêra Apostolîk ya Ermenî de bi berdewamî tê bihîstin: “Û em jî bi aşîtîyê ji Xwedê re dua bikin”. Tiştekî pir sembolîk qewimîye, ji ber ku me hemûyan demeke pir dirêj ji Xwedê re ji bo aşîtîyê dua kirîye, lê di dawîyê de ew kêlî hatîye ku me fêm kirîye ku paralel bi dua kirina ji Xwedê re ji bo aşîtîyê, divê em bi biryar, kiryar û gavên xwe wê aşîtîyê biefirînin”.
Li gorî wî, ew aşîtî li Ermenîstanê berê hatîye efirandin û îro mirov dimeşîyan da ku ji xilaskar Îsa Mesîh re bêjin ku ew di dawîyê de peyama wî dişopînin.
Paşînyan gotîye: “Em aşîtîyê diefirînin û ne tenê ji bo wê aşîtîyê jê lava dikin, lê em bi xwe jî banga aşîtîyê dikin. Em xwe wek dewleta yekem ku xiristîyanî qebûl kirîye ji nû ve ava dikin. Gelê ermenî bi biryar û fermana qirala Trdatê Mezin bûye xiristîyan, ku bê guman, ji hêla Îsa Mesîh û balyoz û şandîyê wî, patrîkê me yê yekem Grêgorî Ronakbîr ve hatîye rêvebirin. Ermenîstana rastî wek hilgirê nirxên xiristîyanî, wek dewletek li ser bingeha nirxên xiristîyanî ji nû ve hatîye saz kirin”.
Li gorî serokwezîr, pir sembolîk e ku sembolên sereke yên gelên ku xiristîyanî qebûl kirine, li axa Ermenîstana îroyîn ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin in. Serokwezîr behsa Xor Vîrapê kirîye, ku Grêgorê Ronakbîr bi salan lê girtî maye û Dêra Dayîkê, ku li gorî kevneşopîya me, li ser cîhê ku Îsa lê hatîye daketin hatîye damezrandin.
Serokwezîr tekez kirîye ku Mesîh di dîtinekê de nîşan daye ku divê parêstgeha me ya pîroz, dêra Dayîkê, li kîderê bê avakirin. Li gorî Paşînyan, stûnên me yên xiristîyanî îro jî sembola Komara Ermenîstanê ne, ku peyameke wê ya bihêz heye.
“Îro em jî tomar dikin ku ji vê nîşaneya xiristîyanî û dewletê, divê em xwe nû bikin, bi rêya ku me girtîye rû bi rû bimînin û biryaran bidin. Em bi rewşekê re rû bi rû ne ku hin kes hewl didin dêra me ya pîroz ya Ermenî ya Apostolîk wek bingehek ji bo tevgerên li dijî Komara Ermenîstanê bikar bînin. Ew dibêjin ku hukumet li dijî dêrê tevdigere, lê em îro li vir kom bûne da ku bêjin ku hukumetê tevger nekirîye, tevnagere û qet nikare li dijî dêrê tevbigere, ji ber ku hukumet peyrewê dêra Apostolîk ya Ermenî ye. Ez, wek serokwezîrê ku ji hêla gelê Komara Ermenîstanê ve hatime hilbijartin, dibêjim ku em ê destûr nedin ku hin kes dêrê wek bingehek ji bo tevgerên li dijî Komara Ermenîstanê bikar bînin”,- serokwezîr destnîşan kirîye.
Li gorî çavdêrîya wî, ew kesên ku dêr gîhandine vê astê ku dibe ku ramaneke wisa bikeve hişê hin kesan, tam li gorî rêziknameya dêra me, bûne şîzmatîk.
Paşînyan daye zanîn ku “Îro, serokê fîlî yê dêra me û êlîtên wî, xeleqa teng ya ku wî ava kirîye, di mentîqeke mezhebî de ne, ku tê vê wateyê ku divê em dêra Pîroz ya Apostolîk ya ermenî ji şîzmê rizgar bikin û dêrê vegerînin gel. Xizmetkarên dêrê xwedî girîngîyeke sereke û girîng in, ew stûnên dêrê ne. Lê belê, dêr ya Îsa Mesîh e û ji bo gel e. Dêr ew cîh e ku mirov bi Îsa Mesîh re têkilî datîne. Lê îro, di dêra me de, Îsa Mesîh, mixabin, di quncikekê de tê avêtin. Xilaskarê me îzole ye, lê mizgînîya baş ew e ku dêra me jixwe ji îzolebûnê derdikeve. We dît ku rojek berê, bi hev re bi 10 keşîşan re, me biryarek da û daxuyanîyek li ser destpêkirina rêforma dêra Pîroz ya Apostolîk ya ermenî îmze kir”.
Ewî ji wan xwest ku piştgirîyê bidin wan keşîşan û ruhanîyên ku di demên dijwar de bûne stûna hêzê ji bo welatê xwe biparêzin.
Serokwezîr piştrast kirîye ku “Demek dirêj e, me dêra xwe bi tenê bi şîzmê re hiştîye, me Îsa Mesîh di dêra xwe de bi wê şîzmê re bi tenê hiştîye. Meşa îro li ser vê rastîyê bûye ku em hatine, em vegerîyane, û em îdî dêra xwe, xizmetkarên wê yên gîyanî û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bi tenê nahêlin. Ez ji dêra me û gelek xizmetkarên wê yên gîyanî lêborînê û bexşandinê dixwazim ji ber ku wana dêra me, xizmetkarên wê û Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh bi tenê hiştine, lê dêr û dewlet niha bi hev re ne”.
Di dawîya axaftina xwe de, ewî bang li gel kirîye ku beşdarî ayînan bibin û ji ruhanîyan xwest ku tevlî ajandaya rêformkirina dêra Pîroz ya Apostolîk ya ermenî bibin.
Serokwezîrê Ermenîstanê axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Ji bo ku di dema ayînan de, navê ku divê ji gorîgehê neyê bihîstin, heta kêlîya ku Katolîkek hebe ku bi rastî bi navê Îsa Mesîh, ji hêla gel ve, ji hêla civata dêra neteweyî ve bê hilbijartin û di warê banga xwe, nêrîna xwe ya cîhanê û naveroka gîyanê xwe de rewa be, bê derxistin”.







