Rubîo girîngîya serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê tekez kirîye

Rasthatina wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rubîo û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mirzoyan li Wasîngtonê pêk hatîye. Di destpêka hevdîtinê de, Rubîo daxuyanî daye û behsa daxuyanîya hevbeş ya li ser çarçoveya bicîhanîna TRIPP ê jî kirîye.
Ewî destnîşan kirîye ku belgeya ku tê îmzekirin mînakeke pir baş ya pêkanîna peymanê ye, ku ji alîkî ve derfetên aborî yên Ermenîstanê vedike, dihêle ku ew ji hêla aborî ve pêş bikeve, û her weha beşdarî serwêrîya Ermenîstanê dibe û wê têk nade.Ewî gotîye ku di derbarê serwêrîya Ermenîstanê de tu pirs tune ne, ew bi rêzgirtineke tevahî tê pêşwazîkirin.
Li gorî Rubîo, têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de wê berdewam bibin, ew ê bi van peymanan bên qewîn kirin. Karbidestê amêrîkî gotîye ku ev dikare ji bo cîhanê bibe modelek, ku hûn dikarin ji bo çalakîyên aborî û serfiraziyê bêyî ku serwêrî û yekparçeya axa welêt bixin ber pirsê vekin.
Marko Rubîo destnîşan kirîye ku ev yek wê ji bo Ermenîstanê, ji bo Dewletên Yekbûyî û ji bo hemû alîyên têkildar pir baş be.







