Xercên parastinê li gorî sala 2018 a bi 1,1 mîlyard dolara zêde bûne, avakirina sermayeyê sê qat zêde bûye:Sûrên Papîkyan

Wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan li civîna çapemenîyê de ragîhandîye ku xercên parastinê yên sala 2025 a li gorî sala 2018 a bi 1,1 mîlyard dolara zêde bûne.
Ewî girîngîya berawirdkirina xercên parastinê bi sala berî şoreşê tekez kirîye.”Sala 2018 a de, xercên parastinê gihîştibûn 245 mîlyard dramî… û xercên parastinê sala 2025 a de 664 mîlyard bûne”,-wezîr gotîye.
Nava guhertinên ku salên dawî de di artêşê de çêbûne, ewî vegera efserên yedek bo xizmeta leşkerî, di heman demê de teqawîdîya wan ya leşkerî jî biparêze û her weha perwerdehîya 25 rojî, ku wê girêdana di navbera yedek û artêşê de mîsoger bike, destnîşan kirîye.
“Ev yek ji mezintirîn pirsgirêkên me bûye, bi taybetî di dema şerê 44 rojî de. Ez nabêjim ku pirsgirêk bi tevahî hatîye çareserkirin, lê bingeha wê hatîye danîn, ji ber ku em ji niha ve bi awayekî bingehîn 100 selefî ji perwerdehîya yedek ya 25 rojî tijî dikin”,- ewî tekez kirîye.
Li gorî wezîr, sêktora avakirina sermayeyê ya artêşê de jî veberhênanên girîng hatine kirin. Sala 2018 a de, lêçûnên sermayê gihîştîye nêzîkî 18 mîlyard dramî û sala 2025 a de, ew ê bibin nêzîkî 58 mîlyard dramî.
“Bê guman, ev yek avakirina avahîyên qeleqkirinê, avakirina fonda baregehan û her weha avakirina li deverên din yên jîyanê, di nav de nûjenkirin jî, mîsoger dike”,-Papîkyan gotîye.







