H’emû nûçeSereke
Em li Polonyayê gelek qîmet didin ermenîya:Tûsk

Him têkilîyên Ermenîstan-Polonyayê û him jî têkilîyên me yên şexsî dostanîyê ne û ew jî bê şert û merc e.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Polonyayê Donald Tûsk daxuyanîya hevbeş de bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re gotîye.
“Em li Polonyayê gelek qîmet didin ermenîyan.
Her wiha divê em ji tevahîya civakê re ragihînin ku aşîtî pir girîng e, aşîtî pêşînîyek e. Ew rêyeke dijwar e û gelek xebatê dixwaze, ku ji hêla min ve pir pesindar û teqdîrkirî ye. Ez ji neteweya ermenî û we re di wê rêyê de serkeftinê dixwazim”,-serokwezîrê Polonyayê gotîye.







