Ermenîstan û Îran li ser projeya pira duyem li ser sînor dixebitin

Ermenîstan bi hevkarên îranî re li ser projeya ji bo çêkirina pira duyemîn li ser sînorê Ermenîstanê-Îranê dixebite.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, di dema axaftina xwe ya bi serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nîkol Paşînyan re, di çarçoveya serdana xwe ya li herêma Syûnîkê, piştî ku bi xebatên avakirina beşa rêya 32 kîlomêtrê ya Bakûr-Başûr, Kacaran-Agarakê re bûye, gotîye.
“Xala kontrolê ya sînor ya Agarakê bi tevahî ji nû ve tê çêkirin. Xaleke gumrikê ya nû ji sifirê, bi binesaziya xwe ya mayî, tê çêkirin”,- Paşînyan gotîye.
Wezîrê rêveberiya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan agahî daye: “Em bi hevkarên îranî re li ser projeya pira duyemîn ya Ermenîstanê-Îranê dixebitin”.







