SerekeSîyasî

NATO parçe bûye, lê ne mimkûn e ku hilweşe:zanyarê almanî sîyasî

Zanyarê sîyasî yê alman Alêksandr Rar hevpeyvîna li gel News.am e gotîye ku Yekîtîya Avropayê ji ber gelek sedemên yasayî, sîyasî û leşkerî, bangên Tramp yên ji bo tevlîbûna vekirina  devtenga Hormûzê red kirîye.

Li gorî wî, rêberên avropî gihîştine wê encamê ku piştgirîkirina şerekî li dijî Îranê wê neexlaqî be, ji ber ku li gorî wan, Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê bi awayekî giran qanûna navneteweyî binpê kirine.Faktorên sîyasî yên navxweyî jî roleke girîng dilîzin beşeke girîng ji nifûsa misilman ya welatên avropî wê di dema şerê di navbera Îsrayêlê û Amêrîkayê de beşdarî pêkhateya artêşên avropî nebin. Di dawîyê de, Avropa bi tenê xwedî şîyanên leşkerî nîne ku bi tevahî beşdarî pevçûna li Kendava Farisî bibe.

Di heman demê de, Rar rewşa heyî ya Avropayê wek demkî dibîne. Bi ya wî, bazarkirin di navbera Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê de neçar e.Avropa wê ji Amêjrîkayê bixwaze ku vegere rojevayê Ûkraînayê, di berdêla wê de di mijara Îranê de hin piştgirî  raber bike. Pispor destnîşan kirîye ku “Bazarkirineke wisa ji min re pir rêalîst xuya dike. Bi ya min, ev dikare berîya cejna Paskalyayê çêbibe”.

Rar di derbarê rewşa NATO ê de axivîye û destnîşan kirîye ku hevpeymanî parçe parçe ye. Di warê leşkerî de, bi saya potênsîyala amêrîkî, ew hêza herî bihêz ya cîhanê dimîne. Lê belê, di warê sîyasî de, yekîtî tune. Dewletên Yekbûyî daxwaz dike ku hevalbendên wê piştgirîya sîyaseta wê ya gerdûnî bikin, di heman demê de piranîya welatên avropî ji bo vê yekê ne amade ne. Di heman demê de, pispor guman dike ku NATO wê hilweşe.Amêrîka hewceyê hevpeymanîyê wek amûreke bandorê li Avropayê ye.

Derbarê îhtîmala avakirina hevpeymanya leşkerî ya cuda ya avropî de, Rar guman dike. Bi ya wî, bi îhtîmaleke mezin Avropa wê îradeya sîyasî û fînansekirinê nebîne ku li dora, wek mînak, Almanya li şûna Amêrîkayê yek bibe. Pispor wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ev îro ne rêalîst e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button