Ermenîstanê û Rûsyayê li ser çêkirina stansîya atomîye nû niqaş kirine: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku Ermenîstan bi Rûsyayê re li ser avakirina stansîya atomîye nû niqaş dike û tekez kirîye ku Yêrêvan bi hevkarên din re jî danûstandinan dike da ku vebijarkeke sûdmendtir bibîne. Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, wextê hevdîtina bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, Paşînyan destnîşan kirîye ku hevkarîya Ermenîstan-Rûsyayê di sêktora ênêrjîyê de yek ji rêgezên girîng û kevneşopî dimîne.
Serokwezîr gotîye:”Em di sêktora ênêrjîyê de hevkarîyê dikin û li vir têkilî û hevkarîyeke me ya pir kevneşopî û qewîn heye”.
Li gorî wî, niha di warê têknolojîyên nû de, bi taybetî di warê ênêrjîya atomî de, xebateke çalak tê meşandin.
Paşînyan bi taybetî behsa mijara avakirina stansîya atomîye nû kirîye.
Ewî destnîşan kirîye “Hûn zanin ku em bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re jî mijara avakirina stansîya atomîye nû nîqaş dikin”.
Di heman demê de, serokwezîr tekez kirîye ku Ermenîstan vê mijarê de bi awayekî vekirî û piralî tevdigere.
Paşînyan gotîye:”Em bi tevahî zelal in ji ber ku em venaşêrin ku em van mijaran ne tenê bi hevkarên rûsî re, lê di heman demê de bi hevkarên din re jî niqaş dikin, ji ber ku em li pêşnyara herî sûdmend ji bo Komara Ermenîstanê digerin”.







