
Lîjneya serpereştîya darayî ya serokwezîr Mesrûr Barzanî ragîhandîye ku hemî amadekarî ji bo belavkirina alîkarîya darayî li ser rizgarbûyîyên êzidî bidawî hatine û di vê hefteyê de 3 590 rizgarbûyî wê ji vê alîkarîyê feydeyî werbigirin.
Lîjneya serpereştîya darayî ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê 6 ê nîsanê malpera “Kurdistan24″ê re gotîye, “Alîkarîya darayî ya girêdayî rizgarbûyîyên êzidî berdewam e û hemî amadekarî hatine bicîhanîn û ew alîkarî wê di vê hevteyê de bê belavkirin”.
Lîjneya serpereştîya darayî amaje bi wê yekê jî kirîye ku hemî rizgarbûyî bêyî cudahî wê ji vê alîkarîyê feydeyî werbigirin, ku hejmara 3 590 rizgarbûyî ne ji her du zayendan.
Lîjneya navbirî behsa wê yekê jî kirîye ku pêvajoya rizgarkirinê berdewam e û nivîsîngeha serokwezîr ji nêzîk ve û bi hûrgilî çavdêrîya kampanya û pêvajoyan dike û bi dîtina her keyseke nû, raste-rast piştî lêkolînan, rêkarên kargêrî tên bicihanîn û tên tomarkirin.
Lîjneya serpereştîya darayî ya serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotîye: “Hejmareke wan rizgarbûyîyan li kampan in û hejmareke din jî li nav sêntêrê Dihokê û cîhên din in, lê serpişka karên me ew e ku jîyaneke xweş ji bo wan rizgarbûyîyan bê dabînkirin”.







