H’emû nûçeSereke

Civîna şêwira netewên kêmjimar bin serokatîya Arayîk Harûtyûnyan hatîye lidarxistin

Civîna  bi sirê ya şêwira  bin serokatîya serokê kabîneya serokwezîr, serokê şêwira netewên kêmjimar Arayîk Harûtyûnyan pêk hatîye.

Wek ku “Armenpress” ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê agahdar kirine, di çarçoveya rojevê de, encamên tevlîkirina zarokên netewên kêmjimar li qampên  havînê yên ku di çarçoveya bernameya dewletê ya sala 2025 a de hatine organîzasîyakirin, hatine  raber kirin û pirsgirêkên ku di dema rêxistinê de derketine holê hatine ragîhandin.Rêyên çareserkirina pirsgirêkên ku li jor hatine  raber kirin hatine niqaş kirin. Di çarçoveya rojevê de, mijarên têkildarî amadekarîya tevlîkirina zarokên netewên kêmjimar di qampên  havînê yên ku di çarçoveya bernameya dewletê ya sala 2026 a de hatine organîzasîyakirin jî hatine nîqaş kirin.

Civînê de her wiha mijarên têkildarî pêkanîna mafê perwerdehîyê yê netewên kêmjimar û gihîştina wan ya bernameyên civakî yên li Ermenîstanê têne bicîhanîn, hatine niqaşkirin.

Arayîk Harûtyûnyan di kurtebirîna nîqaşan de girîngîya bilindkirina berdewam ya pirsgirêkên heyî tekez kirîye û ji berpirsîyaran xwestîye ku li gorî çavdêrîyên ku di rûniştinê de hatine  raberkirin, pêşeroja nêzîk de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hatine raberkirin pêşnîyaran  raber bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button