H’emû nûçeSereke
Sala 2025 a , me li Ermenîstanê temenê jîyanê wek 78.4 tomar kirîye: Paşînyan

Par, me li Komara Ermenîstanê temenê jîyanêye rêkordî tomar kirîye-78.4, ku di dîroka me de hejmareke bêhempa ye. Derheqa we yekeda serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşinyan, di civîna 13 ê nîsanê bi nûnerên kardêrên sereke yên li Ermenîstanê re gotîye.
“Ev faktoreke pir mezin û girîng e, ku yek ji armancên me yên sereke ye. Armanca me ew e ku mirov dirêj bijîn, bi qasî ku pêkan be baştir bijîn. Ez jî pir girîng dibînim ku ji bo cara yekem di dîroka me de, teqawidîya navînî bi girîngî zêdetir e. Ev jî encama hevkarîya di navbera aborî û hukumetê de ye”,-ewî gotîye.







