H’emû nûçeSereke

Pêwendîyên Rûsyayê û Ermenîstanê asta here bilind de nin:Paşînyan

Têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê niha di asta here bilind de nin. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li parlamêntê dema civîna pirs û bersivan, bersiva pirsa endama fraksîya “Peymana sîvîl”, Lîlît Mînasyanê daye.

Serokwezîr li ser daxuyanîyên karsaz Samvêl Karapetyan yên derbarê rewşa aborî ya muhtemel ya li Ermenîstanê û îdîayên alozbûna têkilîyên bi Rûsyayê re axivîye.

Paşînyan destnîşan kirîye: “Ez tiştekî wisa ne gengaz dibînim.Sala 2018 a, sala 2021 ê de digotin. Îro têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de di asta here bilind de ne ku heta niha bûne. Li dînamîkên hevdîtinê, axaftinên têlefonê û têkilîyên di navbera serokên Ermenîstanê û Rûsyayê de binêrin û wana bi serdema berê re bidin ber hev”.

Li gorî wî, ew bi serokê Rûsyayê û serokê hukumetê re di têkilîyeke xebatê ya berdewam de ye, ku ev yek naverokeke taybetî dide têkilîyê.

Serokwezîr her wiha tekez kirîye ku Komara Ermenîstanê bi Rûsyayê re neketîye û nakeve pevçûyînan.

“Me bi Fêdêrasyona Rûsyayê re niqaş nekirîye, em niqaş nakin û em ê nîqaş nekin. Hewldanên ku me bikişînin nav nakokîyan, çi aborî bin çi sîyasî bin, bê feyde ne”,-ewî gotîye. Li gorî Paşînyan, sîyaseta der ya hevseng di heman demê de parastina têkilîyên baş bi Rûsyayê re jî tê wateya û Ermenîstan di wê rêyê de berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button