
Encamê civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayêye yekemde, dêklarasîona hevbeş hatîye pejirandin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, nivîsara dêklarasîyonê li ser malpera komîsîyona Avropayê hatîye weşandin.
Tê destnîşankirin ku daxuyanîyê pabendbûna Yekîtîya Avropayê ji bo qewînkirina têkilîyên bi Ermenîstanê re û her weha piştgirîya serwêrî, berxwedan û rojeva rêformên berfireh ya Ermenîstanê ji nû ve piştrast kirîye.
Her wiha tê destnîşankirin ku civîna ku 5 ê gulana sala 2026 a pêk hatîye, ji bo qewînkirina têkilîyên dualî di warên ragîhandin, ênêrjîyê, veguhastin û hevkarîya dîjîtal de derfeteke girîng bûye.







