SerekeSîyasî

Balyozê Vatîkanê: Kurdistan di dilê Papa de ye

Balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê  Mîroslav Vaçovskî gotîye: “Kurdistan di dilê Papa de ye”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  li Hewlêrê balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê Mîroslav Vaçovskî qebûl kirîye.

Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyozê nû kirîye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji  Mîroslav Vaçovskî re hêvîya serkeftinê xwestîye.

Her wiha ewî tekez kirîye ku wê hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî hemû piştgirîya xwe raber bike.

“Kurdistan di dilê Papa de ye”

Balyozê Vatîkanê li ser navê qedaseta Papa spasîya serokwezîr Mesrûr Barzanî kirîye.

Mîroslav  Vaçovskî, ji ber piştgirîya hukumeta Herêma Kurdistanê û parastina mafên xiristîyanan û hemû pêkhateyan minetdarîya xwe anîye zimên.

Ewî her wiha bal kişandîye ser rola Herêma Kurdistanê ya di bipêşketina çanda bihevrejîyana aşîtîyane de.

Balyozê Vatîkanê dîyar kirîye ku Kurdistan di dilê qedaseta Papa de ye û ew her dem ji bo bi pêşketin, xêr û aşîtîya Kurdistanê dua dike.

Avakirina hukumeta Îraqê

Beşeke din ya hevdîtinê de, çaksazîyên hukumeta Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Her wiha dan û standinên li ser avakirina kabîneya nû ya Îraqê jî hatine nirxandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button