H’emû nûçeSereke

“Du Ermenîstan” di çapemenîya rûsî û rojavayî de

Çêvdêran tu binpêkirinên girîng tomar nekirine.

Dema ku raportên dezgehên medyayê yên rojavayî û rûsî yên li ser hilbijartinên 7 ê hezîranê yên li Ermenîstanê têne berawirdkirin, mirov bi neçarî texmîn dike ku rojnamevanan ji bo temaşevanên xwe yên ji du dewletên cuda xebitîne. Li yekê, hêza desthilatdar serkeftineke mezin bi dest xistîye û wê di parlamênta nû de hukumetekê ava bike.

Çavdêrên rojavayî li  Ermenîstanê tu binpêkirinên girîng tomar nekirine, wana bi fikar faktora nefreta hevbeş destnîşan kirine, lê rewşa giştî wek aram nirxandine. Sîyasetmedarên navneteweyî Nîkol Paşînyan pîroz kirine û hêvî kirine ku Ermenîstan wê pêvajoya avropî bidomîne, ku pêkhateyek sereke ya wê çareserkirina nakokîyên bi cînara re ye.

Krêml hişyarîyê dide ku niha ne dema pîrozkirinê ye.

Li Ermenîstanê, ku rojnamevanên avropî lê dixebitîn, rewş wisa ye. Lê di gerdûneke paralel de, Ermenîstanek hebû, ku wêneya wê ji alîyê rojnamevan û rayedarên rûsî ve hatibû efirandin.

Krêml bêdeng e, destnîşan dike ku niha ne dema pîrozkirinê ye, divê em hîn jî li bendê bin, zelalkirin hewce ne. Ev rewşeke dijwar e li Ermenîstanê, hilbijêrên belengaz, hûn dikarin binpêkirinên berfireh xeyal bikin, karûsêlek di ronahîya rojê de? Rojnamevanekî ji kanala Rûsîyayêye Yekem şîret dike ku bala xwe nedin beşdarîya bilind. Bi rastî, beşdarbûn, ku gihîştîye hema 59 selefî, di 9 salên borî de ya here bilind e.

Peymana sîvîl mafê wê heye ku bi tena serê xwe hukumetekê ava bike.

Rojnamevanê kanala «Vesti» ê jî rastîyek “teselîkar” ji bo rûsan dîtîye û bi coş ragîhandîye ku “Peymana sîvîl» negihîşt armanca xwe ya bi destxistina 50 selefî, ku wê bihêle ew bi tena serê xwe parlamêntê ava bike. Rast e, piştî wê “çavvekirinê” peyamnêrê «Vesti» ê    neçar maye ku lê zêde bike ku “partîya desthilatdar dîsa jî bi ser ketîye”

Îdîayên “binpêkirinên bê mînak” û “felcbûnê”

Lê em BBC yê bidin alîyekî û vegerin gerdûneke paralel. Peyamnêrê kanala Rûsyayêye Yekem Mîxayîl Rakîtskî di raportekê de gotîye ku “beşdarbûn gihîştîye nêzîkî 60 selefî, lê dengê gel wê ji vê bêtir bê bîranîn. Di wê roja hilbijartinê de binpêkirinên bê mînak hebûn. Ev hilbijartinên here skandalî ne. Tiştê ku li navendên dengdanê diqewimî şedetîya felcbûna pergala hilbijartinê ya li Ermenîstanê dike.” Bê guman, Rakîtskî bi nermî li ser vê rastîyê bêdeng ma ku encamên hilbijartinê li welatê wî ji berê ve têne zanîn.

Gelo ajanên fransî hilkişîyane çîyayên Ermenistanê?

REN TV îdîa kirîye ku sêrvîsên taybet yên bîyanî, bi destûra Yêrêvanê, destwerdan di hilbijartinên Ermenîstanê de kirine. Ev agahî ji ku derê hatîye?

Derdikeve holê ku ev texmîna peyamnêr Alêksêy Poltoranîn e. Li vir gotinek heye: “Paşînyan ji xwe serkeftinê pîroz dikir, hevalên xwe yên çekdar li baregeha kampanyayê kom kirîye û ragîhandîye ku ewî bi Makron re axivîye. Dibe ku Paşînyan û hevalên wî yên çekdar li ser xebata sêrvîsên taybet yên fransî niqaş kiribin, wana di tevahîya dema kampanyayê de li Ermenîstanê xebitîne”.

Nûçegihanê REN TV bi dengekî sirrî zêde kirîye ku tê zanîn ku navendên bêlçîkî û holandî li wir bûne.

Ev pêrspêktîvên cuda û ji hev cuda ne ku medyaya rûsî û rojavayî hilbijartinên Ermenîstanê ji wan şîrove kirine.

Ew li ser meyla jêopolîtîk e.

Lê gelo faktoreke yekgirtî hebû? Bê guman. Him çapemenîya rojavayî û hem jî ya Rûsyayê destnîşan kirine ku di bingeh de, em behsa arasteyek jêopolîtîk û heta şaristanî dikin. Niha, Ermenîstan ku di bin zexteke giran de ye, pêşeroja xwe hildibijêre. Û arasteya ku di encamên 7 ê hezîranê de hatîye destnîşankirin, ji bo yek ji aktorên navneteweyî yên bihêz pir acizker xuya dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button