H’emû nûçeSereke
Wizz Air firînên xwe bo Padişatîya Yekbûyî û Yûnanistanê dest pê dike

Wizz Air ji 8 ê hezîranê dest bi firînên raste-rast di navbera Yêrêvan û Londonê kirîye. Li gorî «Armenpress» ê, derheqa wê yekêda balafirgehên navneteweyî yên Ermenîstanê daxuyanî weşandîye.
Firînên hewayê ji balafirgeha navneteweyîye «Zvartnos» ê berbi balafirgeha Londonêye Lyûtonê wê heftê du cara, her duşem û înîyê bên kirin.
Ji 7 ê hezîranê, hevaltîya hewayî dest bi firînên ber bi girava Yûnanistanêye Hrodosê kirîye.Firîn wê her rojên pêncşem û yekşemê bên kirin.
“Ji bo kirîna bilêtan û hûrgilîyên din, ji kerema xwe serdana malpera wizzair.com yan sepana mobîl ya balafirgehê bikin. Em hevkarên xwe pîroz dikin û ji wan re firînên ewle dixwazin”.







