
Ermenîstan hewl dide ku têkilîyên xwe yên aborî yên der cûr-cûre bike û bazarên firotanê yên nû ji bo berhemên ermenî li derveyî welêt bibîne. Li Yêrêvanê forûma karsazîyê ya ermenî-polonî hatîye lidarxistin, ku di çarçoveya wê de îmkanên hinardekirina berhemên ermenî, bi taybetî bo Polonyayê, hatine niqaşkirin.
Hevpeyvîna bi “Armenpress” ê re, damezrîner û rêveberê giştî yê hevaltîya polonî “HAYWAY GROUP” ê Artûr Lêvandovskî dîyar kirîye ku di navbera karsazên ermenî û polonî de têkilîyên karsazîyê çêbûne, ku wê bibe alîkar ji bo qewînkirina têkilîyên aborî yên dualî.
Lêvandovskî gotîye: “Niha danûstandin berdewam dibin û yek ji gavên pratîkî ew e ku 20 kamyonên ku bi zerdelên Ermenîstanê barkirî ne, di dawîya hezîranê de ber bi Polonyayê ve herin. Ji bo wergirtina sêrtîfîkayên guncaw û şandina kelûpelan bo Polonyayê, xebat berdewam in. Em ê bi hinardekirina zerdelan dest pê bikin”.
Çend roj berê, Rûsyayê sînorkirin li ser hawirdekirina fêkîyên ermenî, tevî zerdelan, danîye. Li hember sînorkirin û qedexeyên Rûsyayê yên li ser hawirdekirina berhemên ermenî, Yekîtîya Avropayê berê xwe da amadekirina pakêtek alîkarîyê ji bo Ermenîstanê, ku di çarçoveya wê de Ermenîstan wê alîkarîya darayî ya 50 mîlyon yûro werbigire û her weha tedbîrên zêde ji bo berfirehkirina derfetên hinardekirinê ji bo berhemên ermenî û hêsankirina bazirganîyê.







