Ez ji we rica dikim ku hûn xwe ji berfirehkirina wargehên ku ji alîyê neteweyên kêmjimar ve têne niştecîh kirin dûr bigirin:Torosyan

Di dema niqaşkirina pêşnûmeya li ser berfirehkirina civakan li parlamêntê, parlamêntvan Şîrak Torosyan daxwaza berfirehkirina civakên ku ji alîyê neteweyên kêmjimar ve têne niştecîh kirin kirîye û tekez kirîye ku divê dewlet ji byûcêya dewletê piştgirîya zêde ji bo pêşkeftina wan peyda bike.
Torosyan gotîye: “Ez ji we rica dikim ku hûn xwe ji berfirehkirina civakên ku ji alîyê neteweyên kêmjimar ve têne niştecîkirin dûr bigirin. Ev wê rêbazeke bi tevahî rast be.Heger pirsgirêkek hebe ku fondên ji bo pêşxistina van civakan têrê nakin, wê hingê divê dewlet fînansmana zêde peyda bike. Netewên kêmjimar li Komara Ermenîstanê divê piştgirîyeke girîng ya dewletê hîs bikin”.
Parlamêntvan destnîşan kirîye ku Ermenîstan her gav hêvî dike ku civakên ermenî yên li welatên cuda dijîn bi dilovanî bên qebûlkirin û ev hêvî wê bêtir mafdar be heger dewlet jî heman helwestê li hember netewên kêmjimar xwe yên neteweyî nîşan bide.
Xûdatyan bi bîr xistîye ku civakên ku ji alîyê netewên kêmjimar ve têne niştecîkirin ji byûcêya dewletê 50 mîlyon dram sûbvansîyoneke zêde distînin, ku li gorî wî, ev yek jî derfetê dide beşdarbûna bernameyên hevfînansekirî yên dewletê. Wezîr wek mînak civaka Elegezê ya herêma Aragasotnê bi nav kirîye û tekez kirîye ku salên dawî de li wir gelek bername hatine bicîhanîn, di nav wan de avakirina baxçê zarokan û dibistana werzîşê, xebatên çêkirina rîya û projeyên din yên binesazîyê hene.
Xudatyan rexneyên derbarê yekbûna civakan de jî nirxandîye û destnîşan kirîye ku hukumet bi yekbûna civakan pirsgirêkên sîyasî çareser nake, lê belê armanc dike ku civakên bi derfetên mezin ava bike.
Li gorî wî, di encama pejirandina pêşnûmeya ku tê niqaşkirin Gorîs, Stêpanavan û Yêxêgnazor wê bibin xwedîyê şîyanên îdarî û darayî yên mezin.







