H’emû nûçeSereke

Tetbîqatên leşkerî li Yêrêvanê, nerazîbûn li Moskvayê: çima Zaxarova deng derdixe?

Nûnera fermî ya wezîreta Rûsyayêye karên der, Marîa Zaxarovayê, rexne li tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya ” Teyrê hevkar-2026″ ya li Ermenîstanê tê lidarxistin girtîye û dîyar kirîye ku di dema wê de leşkerên ermenî wê “ji bo şerê li dijî Rûsyayê bên perwerdekirin”. Li gorî wê, destpêşxerîyên bi vî rengî di çarçoveya sîyaseta NATO ê ya dûrxistina Ermenîstanê ji Rûsyayê de cîh digirin. Lê tetbîqata “Teyrê hevkar” bi rastî çi ye?

Tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya “Teyrê hevkar” ji sala 2023 a vir ve li Ermenîstanê tê lidarxistin. Îsal cara çaremîn tê lidarxistin. Heger  salên berê de tenê leşkerên ermenî û Dewletên Yekbûyî  beşdarî tetbîqatê dibûn, îsal leşkerên fransî û yûnanî tevlî wan bûne.

Li gorî wezîreta Ermenîstanêye parastinê û balyozxana Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê, armanca tetbîqatê ew e ku amadekarîya yekîneyên parastina aşîtîyê zêde bike û şîyanên hevkarîyê û paravekirina ezmûnan bi hevkarên navneteweyî re pêş bixe.

Ango, em li ser mîsîyonên parastina aşîtîyê diaxivin, ne li ser amadekarîya opêrasîyonên leşkerî yan jî amadekarîya şerekî li dijî Rûsyayê.

Her wiha girîng e  bê zanîn ku “Teyrê hevkar” ne tetbîqateke leşkerî ye ku ji  alîyê NATO ê ve tê organîzasîyakirin yan jî tê kirin. Ew di navnîşa tetbîqatên leşkerîye fermî yên mezin yên hevpeymanîyê de nîne.Tetbîqat di çarçoveya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û welatên endam yên NATO ê de tê organîzasîyakirin, ne ji  alîyê  NATO ê ve. Lê belê, rexneyên Rûsyayê ne nû ne. Sala 2023 a de, sêkrêtarê Rûsîyayêye  çapemenîyê Dmîtrî Pêskov behsa tetbîqatên leşkerî yên hevbeş yên di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de kirîye û destnîşan kirîye ku redkirina tetbîqatên leşkerî yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  û kirina tetbîqatên hevbeş bi Dewletên Yekbûyî re “hewceyê analîzeke kûr” e.

Sala 2024 a de, Marîa Zaxarovayê rexne li tetbîqatên leşkerî yên hevbeş yên Ermenîstanê-amêrîkî yên li Ermenîstanê hatin lidarxistin kirîye û dîyar kirîye ku “hevkarîyên baz” yên bi vî rengî her tim bi awayeke xirab bi dawî dibin.

Li himber qerimandina beşdarîya Ermenîstanê di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîve de, tetbîqatên leşkerî yên “Hevkarê baz” li Rûsyayê dengvedaneke sîyasî bi dest xistine. Lê belê, îdîaya Zaxarovayê ku di dema tetbîqatan de “leşkerên ermenî ji bo şerê li dijî Rûsyayê têne perwerdekirin” manîpûle ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button