H’emû nûçeSereke

Tetbîqata aşîtîyê ya navneteweyî ya “Teyrê hevkar-2026” wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Wezîreta parastinê ragîhandîye ku di çarçoveya amadekarîyên beşdarbûna di mîsîyonên aşîtîyê yên navneteweyî de, tetbîqata leşkerî ya “Teyrê hevkar-2026” ya ku her sal tê lidarxistin, wê di navbera 17-25 ê hezîranê li Komara Ermenîstanê  bê lidarxistin.

Tetbîqata leşkerî wê leşkerên aşîtîparêz ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê (250 beşdar), artêşa Dewletên Yekbûyîye li  Avropayê û Afrîkayê û gvardya neteweyî ya Kanzasê (58 beşdar), hêzên çekdar yên Fransîyayê (24 beşdar) û Yûnanistanê (11 beşdar) beşdar bibin.

Di dema tetbîqatê de, wê tetbîqatên ji bo amadekirin û bicihanîna erkên aştîparêz  bên lidarxistin.

Armanca tetbîqata leşkerî ya “Teyrê hevkar-2026” ew e ku asta hevahengîya yekîneyên ku di çarçoveya opêrasîyonên aşîtîyê de beşdarî mîsyonên aşîtîyê yên navneteweyî dibin zêde bibe, di warê rêveberî û ragîhandina taktîkî de pratîkên çêtir bên danûstandin û her wiha amadebûna yekîneya aşîtîyê ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê bê qewînkirin.

Wek beşek ji amadekarîyên ji bo mîsyonên aştîparêzîyê, yekîneyên ku xwe ji bo opêrasîyonên aştîparêzîyê yên navneteweyî amade dikin bi rêkûpêk beşdarî tetbîqatên leşkerî yên hevbeş û yên bi vî rengî li welatên hevkar dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button