H’emû nûçeSereke

Zanîngeha aboriyê bûye yekem zanîngeha Ermenîstanê ku ji alîyê CFA Institute ve pejirandî ye

Zanîngeha Ermenîstanêye aborîye dewletê bi bûyîna zanîngeha yekem li Ermenîstanê ku bernameya wê ya perwerdehîyê tevlî bernameya girêdana zanîngehê ya CFA Institute bûye, destkeftîyeke girîng ya navneteweyî bi dest xistîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda zanîngeha Ermenîstanêye aborîye dewletê derbarê vê yekê de daxuyaniyek weşandîye.

CFA Institute rêxistina pêşeng ya cîhanê ya pisporên veberhênanê ye, ku pîvanên jêhatîbûna pîşeyî û reftara exlaqî di pîşesazîya darayî de destnîşan dike. Li 164 welatên cîhanê  200 000 î zêdetir xwediyên Chartera CFA hene, û sertîfîkaya CFA wek yek ji sêrtîfîkatên pîşeyî yên here bi prestîj di pîşesazîya veberhênan û darayî de tê hesibandin. Li gorî weşanekê ji hêla pargîdanîya şêwirmendiya Modex ve, Ermenîstan di hejmara pisporên sêrtîfîkatê yên CFA de li ser her mîlyon niştecihan di rêza yekem ya CIS de ye.

Înstîtuya CFA girîngîya bernameyê di gelek warên sereke de, di nav de êtîka pîşeyî, rêbazên hejmarî, aborî, analîza daxuyaniyên darayî, fînansa pargîdanîyan, veberhênanên sermaye û bendan û rêveberiya portfoliyoya veberhênanê, pir nirxandîye.

Akredîtasyon rê dide ASUE ku tevlî tora navneteweyî ya zanîngehên hevkar yên înstîtuya CFA bibe, ku zanîngehên pêşeng yên cîhanê yên ku di warên darayî û veberhênanê de pisporan perwerde dikin dihewîne. Yek ji avantajên here girîng yên tevlîbûna bernameya hevkarîya zanîngehê gihîştina bursên xwendikaran yên CFA Institute ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button