
Bi hilbijartina ji nû ya serokwezîr Nîkol Paşînyan û partîya wî ya “Peymana sîvîl”, gelê Ermenîstanê “Avropa dewsa Rûsyayê hilbijart”. Derheqa wê yekêda analîsta “National Post” ê Dayan Frênsîsê di hevpeyvîna bi Independence Media Avenue re gotîye, li ser encamên hilbijartinên parlamêtîyê yên ku 7 ê hezîranê li Ermenîstanê hatine lidarxistin dinirxîne.
Di heman demê de, ewê ew nerîna ku Ermenîstan “dikeve rêyeke xeternak” ji ber ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn “ji her tiştê ku diqewime pir nerazî ye”.
Frênsîsê her wiha destnîşan kirîye ku Moskva dibîne ku qadeke bandorê ya qaşo winda dibe û wê her hêza xwe bikar bîne da ku zivirîna Yêrêvanê ber bi Rojava ve rawestîne.
Pispora amêrîkî destnîşan kirîye ku “Divê ew bi tevahî amade bin ji bo wê rastîyê ku hemû kiryarên ku Rûsyayê li Ûkraînayê û deverên din kirine, wê li welatê wan jî bên kirin”.
Lê belê, li gorî wê, helwesta Paşînyan qewîn e. Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp gaveke wêrek avît û bi eşkere piştgirî daye serokwezîrê Ermenîstanê, ku ewî di doza Ûkraînayê de nekir, ku wê demê ji çar salan zêdetir bi dagirkirina berfireh ya Rûsîyayê re rû bi rû bûye.
Dayan Frênsîs her wiha bawer dike ku Yekîtîya Avropayê dikare alîkarîya Ermenîstanê bike heger ew dest pê bike “wek hêzeke sûpêr ku Yekîtîya Avropayê dikaribû bibe” tevbigere.
Frênsîs dibêje: “Divê ew bi awayeke çalak bi Ermenîstanê re bixebitin û alîkarîya wê bikin. Ne li ser şandina leşkeran e, lê li ser avakirina têkilîyên bazirganî yên hevbeş”.







