Pasaportên nû wê payîzê ji welatîyan re bên dayîn: wezîra karên hundur li Holandîyayê bûye

Şanda bi serokatîya wezîra karên hundur Arpînê Sargsyanê, serdana tesîsa hilberînê ya şîrketa “IN Groupe” ê ya li bajarê Holandîyayêyî Harlêmê kirîye, ku pêvajoyên hilberîna pirpêkhateyî yên belgeyên nasnameyê yên nifşê nû yên Ermenîstanê lê têne kirin, kirîye.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên hundur radigihîne.
Dema seredanê de, çareserîyên têknîkî û hunerî yên ji bo pasaport û nasnameyan hatine dawîkirin û her wiha sererastkirin hatine kirin da ku belgeyên nû bi tevahî li gorî standartên ewlehîyê yên navneteweyî û her wiha li gorî hêvîyên hemû komên berjewendîdar bin.
Wezîr Arpînê Sargsyanê bi awayekî sembolîk bişkokek pêl kirîye da ku çapkirina girseyî ya pasaportan dest pê bike.
Pasaportên nû wek belgeyên pir parastî yên ku li gorî standartên ewlehîyê yên pêşeng in, ji kontrolên kalîteyê yên pirqonaxî û pêvajoyeke pejirandina navneteweyî derbaz dibin.
Koma yekem ya nasnamê li Ermenîstanê ye û pêvajoya veguhastina pasaportên nû jî wê di demek nêzîk de dest pê bike.
Li gorî soza ku ji raya giştî re hatîye dayîn, wezîreta karên hundur bi hevkarîya hevaltîke taybet, wê payîzê dest bi dayîna pasaport û nasnameyên nifşê nû bike. Welatî wê karibin belgeyên nû li ofîsên nû yên ku li Yêrêvanê û herêmên cuda yên welêt têne vekirin bistînin.







