
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ew êrîşên bi dronan bi tundî şermezar kirîye ku asmanê bajarê Hewlêrê binpê kiribûn.
Ewî ferman daye dezgehên ewlehîyê yên hukumeta fêdêral ku li gel hêzên ewlehîyê yên Herêma Kurdistanê hevahengîyê bikin da ku rê li ber ducarebûna wan êrîşan bên girtin.
Hêzên hevpeymanan (Koalîsyon) şeva borî li asmanê Hewlêrê 8 dronên bombekirî têk birin.
“Hewleke sûcdarî ye”
Serokwezîrê Îraqê ev êrîş wek “hewleke sûcdarî” yê pênase kirine û anîye zimên ku hinek alî bi awayekî neserkeftî dixwazin aramî û aşîtîya civakî têk bibin û gotîye:
“Li ser bingeha berpirsyarîya xwe ya destûrî, em bi tundî wê destdirêjîyê şermezar dikin û em tekez dikin ku em çavê xwe li van cûre hewldanan nagirin”.
Zeydî her wiha destnîşan kirîye ku ewî dezgehên ewlehîyê yên pêwendîdar erkdar kirine da ku bi hevahengîya li gel hêzên ewlehîyê yên Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe bidin û tevdîrên pêwîst wergirin da ku “rûbirûyî wan kesan bibin ku zererê didin ewlehîya Îraqê”.
Daxuyanîya serokwezîrê Îraqê bi vî rengî ye:
“Li ser bingeha berpirsîyarîya xwe ya destûrî, em wê destdirêjîya ku bi rêya dronan asmanê bajarê Hewlêrê yê li Herêma Kurdistana Îraqê bin pê kirine bi tundî şermezar dikin.
Em tekez dikin ku em çavê xwe li ber van hewldanên sûcdarî nagirin ku bi awayekî neserkeftî hewil didin aramî û aşîtîya civakî têk bibin.
Me dezgehên ewlehîyê yên pêwendîdar erkdar kirine ku li gel hêzên ewlehîyê yên Herêmê hemû hewldanên xwe bidin û tevdîrên pêwîst wergirin da ku rê li ber ducarebûna van cûre êrîşan bê girtin û rûbirûyî hemû wan kesan bibin ku hewl didin zirarê bidin ewlehîya gelê Îraqê”.
8 dron hatine xistin
Birêvebirîya dijî têrorê ya Kurdistanê ragîhandîye ku şeva çarşemê di navbera demjimêr seheta 20:53 a û 21:20 î de, hêzên hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê têk birine û xistine xwarê.
Li gorî agahîyan, êrîşa yekem demjimêr sheta 20:55 a hatîye têkbirin û pişt re seheta 21:20 î dronên din ber bi Hewlêrê ve hatine berdan.
Zirar tenê madî ye
Ji ber vê yekê, paşmayên dronên têkbirî li ser rêya 150 mêtrî û çend taxên din yên bajarê Hewlêrê ketine xwarê.
Li gorî vîdêo û şahidên li cîhê bûyerê, li ser rê parçeyekî dronê li otomobîlekê ketîye lê tenê zirareke aborî çêbûye.
Hêzên ewlehîyê yekser gihîştin cîhê bûyerê û wana dest bi lêkolînan kirîye. Li gorî agahîyên pêşî, heta niha ti xisara canî nehatîye ragîhandin.
Balafirgeha Hewlêrê vekirî ye
Ji ber êrîşên li ser Hewlêrê, hinek geştyar û welatî dilgiran bûne ku dibe geştên asmanî bên rawestandin.
Birêvebirê balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê Ahmed Hoşyar ji tora medyayî ya Rûdawê re ragîhandîye:
“Balafirgeha Hewlêrê vekirî ye, geşt berdewam dikin û tu pirsgirêka wan tune”.
Her wiha pisporê sêktora firokevanîyê yê li hêla asmanî ya Fly Erbilê Muhened Ahmed Mîr ji Rûdawê re gotîye:
“Geştên me asayî ne û li gorî wê plana ku berê hatîye dîyarkirin tên kirin.”
Divê bê gotin ku piştî ragîhandina agirbesta di navbera Amêrîkayê û Îranê de, ev cara yekem e ku êrîşî navenda bajarê Hewlêrê tê kirin.







