ÇandSereke

5 fîlmên kurdî beşdarî fêstîvala navdewletî ya dijî tûndûtûjîyê li Îspanîyayê dibin

Bi serpereştî û hevkarîya rêveberîya sînêmayê ya Hewlêrê, pênc fîlmên kurdî beşdarî xula 12 emîn ya fêstîvala navdewletî ya sînêma dijî tûndûtûjîyê li Îspanyayê dibin.

Sînêma kurdî bi pênc berhemên nû amade ye ku li ser asta navdewletî nûnertîya hunera kurdistanê bike. Derhêner Cebraîl Ebû Bekir  ji Kurdistan24 ê re ragîhandye, ev fêstîvala ku ji sala 2012 a ve tê lidarxistin, wek yek ji girîngtirîn rûdanên sînêmayî û mirovî yên cîhanê tê naskirin.

Fîlmên ku nûnertîya Kurdistanê dikin

Ev pênc fîlmên ku wê li Îspanyayê bên nîşandan, di warê mijar û hunerê de xwedî taybetmendîyên cuda ne:

– Fîlmê derhênerê Pêlîkan: Harîş Ebdûlwehab Hacî

– Fîlmê rûpel ji bo Asîman, derhênerîya Evdilxalik Cevdêt e

– Fîlmê hunerê perçe-perçe yê derhêner Cûbraîl Abûbakir

– Fîlmê çîyayê bêdeng yê derhêner Samî Kake

Peyama sînêma kurdî: aşîtî û mafên mirovan

Derhêner Cûbraîl Ebûbekir destnîşan kirîye, ev fêstîval her sal balê dikişîne ser mijarên wek aşîtî, parastina mafên mirovan, dadperwerîya civakî û çanda dîyalogê.

Ebûbekir gotîye: “Beşdarbûna van pênc fîlman ne tenê serkeftineke kesane ye, nîşaneya pêşkeftina sînêma kurdî ye di van salên dawî de. Armanca me ew e ku em çîrokên mirovî, azar, hêvî û xewnên civaka Kurdistanê bi zimanekî hunerî bigihînin temaşevan û rexnegirên cîhanê”.

Xula 12 emîn ya fêstîvala navdewletî ya sînêmaya dijî tûndûtûjîyê biryar e 2 ê cotmeha sala 2026 a li Îspanyayê dest pê bike û wê 9 rojan berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button