ÇandSereke

Li  Lyûksêmbûrgê  hejmara zaroka beşdarî xuleke fêrbûna zimanê kurdî bûne

Li bajarê Lyûksêmbûrgê, merasîmeke taybet ji bo dabeşkirina bawernameyên fêrbûna zimanê kurdî hatîye lidarxistin. Hejmareke zarokên kurd yên niştecîhên Luksembûrgê, piştî salekê ji perwerdeya zimanê dayîkê, serkeftina xwe pîroz kirine.

Li paytexta welatê Luksembûrgê, ziman û çanda kurdî careke din hatine zindîkirin. Rêxistina ” Roy-Lûks”  bi hevkarîya mamosteyên dilsoz, kûrseke salane ya fêrbûna xwendin û nivîsara kurdî bidawî kirine. Merasîmeke bi heybet de ku nûnerên fermî û malbat tê de amade bûne, bawername dane zarokên serkeftî.

Merasîmê de girîngîya parastina zimanê dayîkê li xerîbîyê hatîye destnîşankirin. Hîva Mêlazadê, wek bavekî ku zarokên wî beşdarî kûrsê bûne, hestên xwe wiha anîye ziman: “Ji bo me malbatên li Avropayê, fêrbûna zimanê kurdî ji bo zarokên me gelekî girîng e. Ziman nasname ye, heger ziman nebe, mirov nayê naskirin. Divê zarokên me bi nivîs û xwendinê zimanê xwe biparêzin”.

Serpereştîyarê merasîmê Bozan Ahmed derbarê hûrgilîyên kûrsê de agahî dane û dîyar kirine ku 5 mamosteyan di tevahîya salê de dersên kurdî  raber kirine. Ahmed gotîye: “Armanca me ne tenê fêrbûna tîpan e, lê belê avakirina peywendîyeke xurt ya zarokan bi çand û raborîya wan re ye”.

Her wiha, mamosteyê zanîngehê Emir Tahir bal kişandîye ser pêwendîya di navbera ziman û kesayetê de û gotîye: “Kurdekî ku zimanê xwe nizanibe, çawa dikare xwe wek kurd bide naskirin? Ev kûrs bingeha kurdbûnê di dilê zarokan de xurt dikin”.

Berpirsê konsûlxanê li nûnertîya hukumeta herêmê li Fransîyayê Rewez Dilawer di merasîmê de amade bûye û gotîye: “Wek hukumeta Herêma Kurdistanê, em giringîyeke taybet didin fêrbûna zimanê kurdî û lêkolînên li ser çanda me li dervayî welat. Parastina zimanê dayîkê ji bo nifşên nû erkê me yê neteweyî ye”.

Merasîm bi stranên kurdî, kincên neteweyî û kêfxweşîya zarokan bidawî bûye. Ev pêngav wek mînakeke serkeftî ya parastina nasnameya kurdî li navenda Avropayê hatîye nirxandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button