SerekeSîyasî

Wezîrên Ermenîstanê û R’ûsîyaêye p’arastinê pirsên hevk’arîya leşkerî û leşkerî-têxnîkî gotûbêj kirine

Li Moskvaê r’asthatina wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan û wezîrê R’ûsîyaêyî p’arastinê, gênêral Sêrgêy Şoûgû derbaz bûye. Pirsên dualîye leşkerî û leşkerî-têxnîkî hatine gotûbêjkirinê. Bi e’lamkirina r’azîbûnê, girêdayî heleqetîyên dualîr’a û dîyarkirina stratêgîya t’ifaqdarîyê, wezîra hazirîya leşkerîye t’evayî, plankirina opêratîv, p’erwerda leşkerî, qewînkirina şer’k’arîya baza R’ûsîyaêye 1O2-a û hevk’arîya nava cêrge govekada girîng h’esab kirine.Xêncî wê yekê cêrge pirsên r’êgîonê û navnet’ewî hatine gotûbêjkirinê. Davît’ Tonoyan û Sêrgêy Şoûgû cêrge p’evk’etinên girîng, yên dora berne’mên leşkerî-sîyasî û leşkerî-têxnîkîye dualî dest anîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button