Ji meha çile h’etanî t’ebaxa sala 2O19-a, h’ukumatê mecal dane neh progiramên învêstîsîon, bi k’îjanê învêstîsîyaên bahê 95,5 mîlîyard dirama hatine cîwarkirinê û 969 cîyên xebatê hatine sazkirinê. Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr nivîsîye. “Ji bacê dewletê 4O programên învêstîsîon aza bûne, bi saya k’îjana 153 mîlîyard diram hatine învêstkirinê û 2378 cîyên xebatê saz bûne”,- ewî nivîsîye. Serekwezîr usa jî gotîye,wekî nava wî we’deyîda, sala 2O18-a mecal dane 12 progiramên învêstîsîon, bi saya k’îjana 34,9 mîlîyard diram hatine învêstkirinê û 813 cîyên xebatê saz bûne. “ Bi vî cûr’eyî nava doranên berne’mada r’eqema învêstîsîya gihîştîye 212 selefa, yan jî sê cara zêde bûne. Cîyên xebatê bi 6O,6 selefa zêde bûne”,-P’aşînyan nivîsîye.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29